Parlementerên BDPê di çalakiyek nû de wêneyên parlementerên girtî yên partiya xwe danîne ser masiyê û nameya wan xwendin.
Duhî serê sibê di Parlamentoya Tirkiyeyê de parlamenterên BDP çalakiyek dîrokî qewimandin, cara yekeme ku li ser navê parlementerên girtî, parlementerên din derketine ser masiyê û fikr û ramanên wan bi raya giştî re parve dirin. Bi vî awayî, her çiqas ew parlementerana li girtîgehê bûn jî, wêne û gotinên wan li meclîsê bûn.
Parlementerên BDPê Sirri Sureyya Onder, Sebahat Tuncel, Pervîn Buldan û Hasîp Kaplan, ji bo hevalên xwe yên girtî derketine ser kursiya meclîsê. Her parlementerekî wêneya parlementereke girtî da ser kursiya xwe û nameyên wan yên ku li girtîgehê hatibûn şandin xwendin.
Di naveroka nameyên parlementerên girtî yên BDPê Îbrahîm Ayhan, Faysal Sariyildiz, Gulser Yildirim û Selma Irmak de, Komkujiya Roboskiyê û çalakiya grevên birçîbûnê hebûn.