‘PKK Sibatê agirbestê radigehîne’
Rojnameya Hurriyet a Tirkiyê îdia dike ku rêberê PKK, Abdullah Ocalan dê meha Sibata îsal “agirbestê” ragihîne û piştî wê jî dê “100 çekdarên PKK” çekên xwe danên û derkevin derveyî sînorê Tirkiyê. Rojnameya Hurriyet a Tirkiyê îro (29.01.2013) di nûçeyekê xwe de îdia kir ku meha Sibata îsal dê rêberê PKK, Abdullah Ocalan bi fermî agirbestê ragihîne û fermanê bide hêzên PKK ku derkevin derveyî sînorê Tirkiyê. Li gorî nûçeyê, agirbest dê di hevdîtina navbera şanda MÎT û PKK de ku dê çend rojên din li Herêma Kurdistanê bê sazkirin, bê ragihandin. Di nûçeyê de hat gotin ku Ocalan [...]
Li Roskilde şevekî kurdî pêkhat
Komeleya Kurdî a Roskildê ji bo nêzîkkirina kurdên akinciyê wî bajarê şevek kurdî li dar xist. Îro demjimêr 18 bi dema navenda Ewropayê Komeleya Kurdî ya Roskilde şevek kurdî bi beşdarî hejmarek kurdên wî bajarê û malbatên wan lidarxist ku bû cihê dilxweşiya tev beşdaran. Şeva han ku peyamnêrê jiyan.dk jî beşdar bû bi siroda neteweyî ya Ey Reqîb û deqeyek bê dengî ji bo canê şehîdên Kurdistanê destpê kir, û piştre peyama komeleyê ji aliyê serokê wê birêz Omer Merdan Hebîb hate xwendin. Piştre mêvanan bi muzîk û programên ku ji bo zarokan hatibû pêkanîn şeva xwe derbas kirin [...]
Şevahengek li Kopenhagen bo alîkariya kurdên Rojava pêkhat
Ji bo komkirina alîkariya madî ji bo penaberên Rojavayê Kurdistanê şevahengekî mezin li bajarê Kopenhagen pêkhat. Duhî demjimrê 18 bi dema navenda Ewropayê bi destpêşxeriya Komeleya Efrînê şehavengekî mezin li Norrebrohavllen a Kopenhagen pêkhat ku hejmarek yekcar zor ji kurdên her çar parçeyên Kurdistanê têde beşdar bûn. Di şevahenga han de ku peyamnêrê jiyan.dk jî beşdar bû, çend hunermend ji wan Nizamettin Arîç, Ganî Nar, Leyla Efrînî û çend hunermendên din bi dengê xwe şevahenga han xemilandin. Herwiha hejmarek Parlemanterên Danmarkayê jî têde beşdar bûn û axaftinên xwe pêşkêş kirin ku bû cihê kêfxweşiya beşdarên şevahengê. Hêjayî gotinê ye ku [...]
Civînekî kurdan di Parlamentoya Danmarkayê de
Şandekî aliyên siyasî û civakî yên kurd li Danmarkayê di gel Ozlem Çekîc Parlamentera Kurd ya di Parlementoya Danmarkayê de civiyan. êvareya îro li ser daxwaza navbirî şandek ku nûneratiya hizb û aliyên siyasî û civakî yên kurd li Danmarkayê dikirin û peyamnêrê jiyan.dk jî amade bû, li Parlamentoya Danmarkayê di gel Parlamentera lîsteya SF Ozlem Çekîc civiyan û çend biryar bo kar û xebata dahatî dan. Di destpêka civînê de Birêz Ozlem basek kurd li ser armanca pêkanîna civînê kir ku zêdetir ji bo nêzîkkirina aliyên cuda cuda yên kurd li Danmarkayê ye. Herwiha çend biryar hatin dan ku [...]
Semînarek li bajarê Islev bo Gultan Kişanak pêkhat
Êvareya îro bi merema şrove kirina rewşa niha ya Kurdistanê seminarek bo Hevseroka partiya Aştî û Demokrasî (BDP) Gultan Kişanak pêkhat. Di semînarekê de ku peyamnêrê jiyan.dk jê beşdar bû Hevseroka BDP Gultan Kişanak behsa kuştina her 3 jinên kurd kir ku çend rojan berî niha li Parîsê hatin kuştin û siyaseta partiya xwe di vî warî de û herwiha bedewamiya xebatê kir. Demjimêr 18 bi dema navenda Ewropayê semînarê destpê kir û berêz Kişanak basêk le ser rewşa bakurê Kurdistanê kir û herwiha nêrîna partiya xwe li ser Rojavayê Kurdistanê anî ber bas. Demjimêr 21 semînar bi dawî hat. [...]
67’emîn salroja Komara Kurdistan, li Şîlendê hate pîroz kirin
67'emîn salroja damezirandina Komara Kurdistan li Mehabadê, bi beşdariya hejmarek zaf kurdên her çar parçeyên Kurdistanê li Kopenhagina Danmarkkayê hate pîroz kirin. Duhî êwarê Komîteya Şîlendê ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi merema bibîranîna 67'emîn salroja damezirandina Komara Kurdistan li Mehabadê şewahengehî hêja li nawçeya Şîlend a Danmarkayê li darxist ku hejmarek zaf kurdên her çar parçeyên Kurdistanê amadeyî merasîmê bûn. Merasêma han ku peyamnêrê jiyan.dk jî amade bû, bi peyama PDKÎ ji aliyê perpirsê wê partiyê li Danmarkayê Birêz Silêman Keleşî hate pêşkêş kirin ku navbirî bi hûrî basa giringiya damezirandina komarê kir û herwiha daxwaza bicihanîna peyama [...]
WikiLeaks: Ji zû de plana kuştina 3 jinên kurd hatiye danîn
Malpera WikiLeask li bara bûyera kuştina 3 jinên kurd li paytexta Fransa, Parîsê de îdia kir ku CIA û MÎT çend salan beriya niha plana vê êrişê danîne. Malpera Wikileaks ku beriya niha agahiyên veşartî yên wezareta derve ya Amerîka belav kiribû, li bara bûyera kuştina 3 jinên siyasetmedarên kurd li Parîsê de îdia kir ku navenda îstixbarata Amerîka (CIA) û saziya îstixbarata Tirkiyê (MÎT) çend sal berê plana vê bûyerê danîne. Li gorî belgeya Wikileaksê, balyozê wê demê yê Amerîka li Tirkiyê meha Kanûna 2007 dewleta Tirkiyê hişyar kiriye ku divê Enqere alîkariya Washingtonê bike da ku çavkaniyên darayî [...]
Rojavayê Kurdistanê ji Libnanê mezintir e
Saziya Lêkolîn û Şêwirmendiyê ya Qanûnê ku navenda wê li bajarê Bonn a Almanyayê ye nexşeya erdnîgariya Başûrojavayê Kurdistanê (Herêma Kurdistan a Sûriyeyê) belav kir û diyar kir ku rûberahiya vê herêmê ji Libnanê mezintir e. Saziya navborî nexşeya Rojavayê Kurdistanê ji gundê ‘Eyn Dîwar’ a bajarê Dêrika bi ser parêzgeha Hesekê da destpêkirin ta Bakûrojhilatê ‘sînorê’ Sûriyeyê xêz kir bi dirêjahiya ‘sînorê’ Tirkiyeyê ve ta digihêje Îskenderûnê. Li gorî rojnameya ‘el Erebiye’ ragihand Seroka Saziya Lêkolîn û Şêwirmendiyê ya Qanûnê Jiyan Bedirxan got ku her çend nexşeya belav kirine li karê rêveberia heyî Sûriyeyê nayê jî, lê belê ev [...]
Li Kopenhagnê Şerefedîn Elçî hate bibîranîn
Bi merema bi bîranîn û rêzgirtina siyasetvanê kurd Şerefedîn Elçî, semînarek li bajarê Kopenhagin a Danmarkayê hate pêkanîn. Roja şemiyê Federasiyona Komeleyên Kurdî yên Danmarkayê ji bo bîranîna siyasetvanê kurd û Parlementerê kurd yê di Parlamentoya Tirkiyayê de Şerefedîn Elçî semînarek bi beşdariya hejmarek kurdên herçar parçeyên Kurdistanê li bajarê Kopenhaginê pêkanîn, ku peyamnêrê jiyan.dk jî têde bedar bû. Semînara han bi sirûda neteweyî ya Ey Reqîb destpê kir û piştre kurte fîlmekê li ser jiyana Elçî hate pêşkêş kirin û di dawiyê de peyaman aliyên siyasî hate xwendin.
“Kurdistana serbixwe bi pesenda Tirkiyeyê û piştgiriya Amerîkayê dibeˮ
Nivîskarê tirk Cengiz Çandar di quncikê xwe yê roja 25ê Kanûnê yê rojnameya Hurriyet û Radikalê de rolê siyasî yê Serokomarê Îraqê Celal Talabanî, têkiliyên navbera Herêma Kurdistan û Îraqê, helwesta Amerîkayê û Tirkiyeyê nirxand. Çandar herwiha cih da hevpeyvîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya di kovara amerîkî Time de hatiye weşandin. Çandar nexweşiya Talabanî bi bîr dixe û derbarê rolê wî yê erênî yê di navbera Kurd û Ereban de wiha dibêje, “Eger serokkomar Talabanî nebe, wê Kurd girîngiyê nedin vê postê û piştî Talabanî wê Kurd daxwaza serokkomariyê nekin û navbera wan û Malikiyê ku ber bi [...]