Ji bo organîzekirina kurdên akinciyê bajarê Roskilde û herwiha giringîdan bi kultura kurdî, komeleyekî kurdî li wî bajarî hate avakirin.

Komeleya kurdî ya Roakilde ku sala 1991’an hatibû damezirandin, mixabin ev heyama çend salan bû ku ji ber nebûna pirsenilên aktîv hatibû rawestandin. Lê niha cardin bi destpêşxeriya çend ciwanên kurd û herwiha bi piştevaniya kurdên akiciyê wî bajarî dest bi kar bû.

Endamê rêveber yê komeleya han Diyar Molayî ji bo jiyan.dk wiha got: Komeleya Kurdî ya Roskilde ku bi salan û bi xebata bi dehan çalakên kurd karîbû bibe pirek ji bo nasandina kultura kurdan bi xelkê Danmarkayê û herwiha welatên din, lê mixabin ji ber nebûna pirsenilên pêwîst ev çend sal bû ku hatibû sekinandin.

Molayî wiha pêde çû: Lê bi xweşî ve niha hejmara kurdan bi taybet gencan li wî bajarê zêde bûye û roj bi roj jî nêzîkatiya wan xurt dibe, ji ber hindê jî hizra cardin zindîkirina wê komeleyê kete rojevê û me karî bi alîkariya hinek hevalan ji her çar parçeyên welat cardin destpê bikin.

Derbarê kar û çalakiyên komeleyê di dema dahatî de Diyar Molayî wiha got: Komleya me taybet bi girûpekê nîne, belkî her kurdek ji her parçeyeke welat û bi her zarawe û ol û hizrên cuda herwiha tev ew kesên ku dostên kurd in dikarin bibin endamê komeleyê. û karê me jî dê zêdetir li hevdu komkirina kurdan û giringîdan bi kultura kurdî û herwiha rojî neteweyî dibe.

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer