Parlamenterê nijadsuryanî yê Sosyaldemokratên Swêdê Yilmaz Kerimo pirsepêşniyazek pêşkêşî wezîrê karê derve yê Swêdê Carl Bildt kir.

Wezareta Perwerdê ya Turkiyê berî bi mehekî, pirtûkek perwerdê ji bo lîseyê ji çapê derêxist û belav kiribû. Di pirtûkê de, Suryanî/Asurî û mînorîtetên Mesîhî weke xayîn hatibûn nîşandan.

Yilmaz Kerimo pirsepêşniyazek pêşkêşî wezîrê karê derve yê Swêdê Carl Bildt kir.

Kerimo di pêşniyaza xwe de, bala wezîr Bildt dikşîne ser naveroka pirtûkê ku çawa Turkiyê, bi rêya pirtûkên perwerdê kîn û nefreta li dijî mînorîtetên li welêt, di nava xwendevanan de belav dike. Pirsepêşniyaza Kerimo, nakokiyên di nav reformên Turkiyê ji bo parastina mafê mirovan û xeterên li dijî mînorîtetan ku di pratîkê de pêk tên, eşkere nîşan dide. Kerimo, dixwaze ku Swêd û Yekîtiya Ewropa, bi helwestek guhertî nêzî Turkiyê bibin û ji wan bi ziamnekî eşkere bixwazin ku mafê mînorîtetan û mirovan garantî bibeç neyê binpêkirin.

Ji Carl Bild hate pirskirin ku, ji bo ku pirtûk neyê belavkirin û nerazîbûna Swêdê û Yekîtiya Ewropayê ji bo kirinên Turkiyê li dijî mînorîtetan bê nîşandan, ew difikire çi bike?

CHAK-Dokumentation Center – www.kurdocidewatch.net

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer