Li bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê girtina ciwanan gelek xurt bûye û di vê mehedê de zêdetirî 40 kes hatine girtin.

Li gorî ajansa Mukiryan di vê mehê de pêleke mezin a girtin û zîndanîkirina ciwanên kurd li bajarê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê destpê kiriye ku tê texmîn kirin hejmara wan zêdetirî 40 kesan be.

Ajansa han navê 12 kesan belav kiriye ku di dema 2 rojên derbasbûyî de hatine girtin. Tê gotin hemû ew 40 kes ji ber hizrên siyasî hatibin girtin lê heya niha sedema girtina wan ji hêla hêzên ewlehiyê ve nehatine aşkera kirin.

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer