Dalkurd FF û Koma Kanala TV ya Swêdî maçek futbolê jibo alîkarî û piştgiriya Wan ê organize dike. Dalkurd li alîyekî û li aliyê din, Koma Kanala TV yî dilîzîn. Koma Kanala TV yî ji nasdarên Swêdê pêk tê.

Daxuyaniya Dalkurdê wisa ye:

Li hemberî bûyerên xwezayî, mirov bê hêz dimîne. Lê însanetî dikare, bibe alîkar, bibe şîrikê êşa heye û birînan derman bike. Lewma divê jibo avakirina Wan ê gav bêne avêtin.

Dalkurd, bi nasdarên Swêdê û bi we re dixwaze berpirsiyaretiya xwe ya însanî bi cî bîne û alîkariyê pêşkêşî xwîşk û birayên me li Wan ê bike.

Banga me ji hemu kesan ev e: Bi zarok û xizmên xwe werin û maçê temaşe bikin. Kesên nikarin werin, dikarin biletê bikirin, him alîkariyê pêşkêş bikin û bilêtê jî weke bîranînekî hilînin.

EuroKurd News

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer