Raport: Diyar Molayî
Ev çend rojin û her piştî vekêşana hêzên Amerîka li Iraqê rewşa siyasî ya wî welatî rastî pirgirêkên mezin bûne û pêweniyên navbera Sune û Şî’eyan têkçûne û egera pêkhatina şerê hundir gelek xurt bûye, kurd jî hewl didin ku di vê navberê de navbijîvaniyê bikin, ji aliyekî din hinek serkirdeyên kurd di vê baweriyê de ne ku pêwîste ew di vê qeyrana hatî pêş de mifahê werbigrin bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê.
Piştî êrîşa Amerîka û hêzên hevpeymanan bo ser Iraqê di sala 2003’an de û têkçûna rejîma Sedam Hisên çend hikûmet hatine ser kar lê ne tenê nekarîne pirsgirêkên ku di navbera aliyên cuda cuda yên Iraqê de hebûn çareser bikin, belkî roj bi roj ew pirsgirêk xurt bûne. Di her hilbijartinekê de û di dema her biryareke çarenivîsaz de Sune û Şî’e bi awayekî gelek tund rastî hevdu hatine, ji ber ku her du alî dixwezin desthilata welat bi dest bigrin. Ji aliye din jî kurd hene û naxwazin di bin sîbera hikûmeteke erebî de bin û her di destpêka hiloşîna rejîma berê de sîstemeke xwe birêveber bo xwe ava kirine û di bin desthilateke federatîv ya ploralîstî de welatê xwe birêve dibin.
Iraq ji du netewên sereke yên kurd û ereb û çend netewên din yên biçûk pêkhatiye, û di navbera ereban de jî du mezhebên Sune û Şî’e hene ku qet bi hev re nahevin. Di dema Sedam de hikûmet bi tewayî di destê Suneyan de bû û bi tundî Şî’e serkut dikir, înca em behsa problama Sedam û kurdan nakin ji ber hemû cîhan haydarî wê ye. Lê niha ji sala 2003’an ve hikûmet di destê Şî’eyan de ye, her çend hikûmet şiraketî ye lê serkirdeyên Sune bi tewayî hatine pişt guh xistin.
Pirsgirêk roj bi roj û sal bi sal mezin bûn heya hilbijartina 2 salan berî niha ku têde Şî’eyan 156 kursî, Suneyan 92 kursî û kurdan jî 57 kursên Parlamentoyê bi dest xistin. Lewma tu aliyekê bi tenê nekarî hikûmetê pêkbîne û neçar man ku hikûmeteke havbeş ava bikin, li ser pêkanîna hikûmetê gelek pirsgirêk çê bûn 6 mehan welat bê hikûmet ma, di dawiyê de bi destpêşxeriyekê ku ji hêla Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hate dayîn tifaqek çê bû ku bi tifaqa Hewlêrê tê nas kirin.
Li gorî tifaqê destûrek çêbû û hemû alî neçar kirin ku pabendî destûrê bin Şî’e û Sune û Kurd bi hevre desthilata welat birêve bibin. Malikî ku ji aliyê Şî’eyan ne bû serokwezîr û desthilata cîbicîkarê destûrê girte dest lê ji vê demê ve heya niha Sune wî tawanbar dikin ku pabendî destûrê nîne, ji aliyekî din ew sozên ku Malikî bi kurdan dabûn cîbicî nekirine, lewma rewşa welat ta dihat aloztir dibû.
Bi vî awayî dema vekêşana hêzên Amerîkayê li Iraqê hat, her ku vekêşanê destpê kir tev pirsgirêkên berê vejiyan û nişkêve Iraq aloz bû. Çend serkirdeyên sune bi encamdana terorê hatin tawanbar kirin, ji wan Tariq Haşimî Cîgirê Serokomarê Iraqê û Malikî cîgirê xwe yê Sune Salih Mutlek ji kar dûr xist, Sune ji hikûmet û Parlementoyê vekêşan, gelek serkirdeyên Sune reviyane Herêma Kurdistanê û xwe di bin milên kurdan de veşartin. Hikûmeta Malikî jî daxwaz ji serkirdeyên kurd kiriye ku wan radestî hikûmet û dadgehê bike, kurd jî hez nakin.
Li gorî destûra Iraqê Herêma Kurdistanê beşeke ji Iraqê ye û pêwîste biryayên ku li Bexdayê tên, cîbicî bike lê tu car ew yek nekiriye, niha divê serkirdeyên Sune bi taybet Haşimî ku hikmê desteserkirinê li sere radestî Bexdayê bike. Lê Haşimî daxwaza mafê penaberiyê li Hewlêr kiriye û dixweze li Kurdistanê bê darizanin, lewma li gorî yasayên navdewletî kurd dikarin wî radest nekin, û ew yek egera alozbûna pêwendiyên navbera Kurd û Şî’eyan zêde dike, ji aliyekê din glek serkirdeyên Suneyan niha jî di gel de be dijî mafê kurdan bûne, bi taybet Haşimî ku Serokomariya Iraqê bi mafê kurdan nedizanî, herwiha Salih Mutlek ku di dema xwe de gelek dijatiya kurdan dikir ku ji ber bêrêziyekî wî bi kurdan Mesûd Barzanî di Parlamentoya Kurdistanê de ew bi tunî hişyar kir û lê xwest ku hedê xwe bizane. Ji aliyekî din hêşta pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê her wekî berê xurt mane û Malikî sozên xwe yên ku berê avakirina hikûmetê bi kurdan dabûn cîbicî nekirine.
Di gel hemû wan mijarên ku min behs kir, gelo dê rewşa Iraqê ber bi kuderê biçe? Gelo helwesta kurdan dê çawan be? Asêbûna pêwendiyên Sune û Çî’eyan dê çawan vebe? Helwesta Amerîka û Îranê dê çi be?
Li hemûyan giringtir, gelo dê şerê hundir li Iraqê çêbe û dê welat parçe be?