Diyar Molayî
Di xutbeya mizgeftê de ku ciheke pîroz tê hesibandin handan bo pêkanîna tund û tûjiyan bi navê îslam û bi fermana cîhadê, anarşîsteke olî ya pir xetere ku di destpêkê de zirarê bi olê û piştre bi kesatiyan melayan û di dawiyê de derbeyeke bo tev texên civakê û welat.
Mirov demekê dibe xwediyê bandorê û ramanê peyda dike ku pabendî yasayan be, yasayên ku bi xwe danîne û bûye beşek ji jiyana wan, lewma rêzgirtin bo yasayan nîşaneya kesayetiya mirov e.
Yek ji xalên pozîtîv ku bûye sedema pêşketina welatên sekolar azadî di hemû waran de û rêzgirtin ji yasayan bûye, herwiha pabendbûn û rêzgirtin ji bo nêrînên cuda bûye.
Di hemû welatên pêşketî de bingeh û avahiyên curecur hene da ku hemû mirov bikarin hez û hizrên xwe bi azadî û dûr ji tirsê bikar bînin. Dema ku tu hez ji hebûna mizgeftan ji bo pêkanîna îbadetên xwe dikî ku gelek jî normal e kesên din jî hene ku hez ji kelîsayan dikin da ku bikarin heman karên ku tu hez dikî bikin, yan hinek kes jî hene ku hez ji bar, kabare, meyxane û … dikin, lewma hebûna wan hemûyan bo welateke azad û fire alî pêwîste.
Çawan ku mirov yan kesên civakê nikarin û mafê êrîş birin bo ser mizgefta nînin hevdem kesên older jî mafê wê yekê nînin ku êrîşî wan cihan bikin ku bi heza wan nîne. Mirov demekê ramanê peyda dike ku rêzê ji bo yasayên welatê xwe bigrin.
Li başûrê Kurdistanê hikûmetek heye, parlamantoyek heye ku bi dengê xelkê hatiye hilbijartin û avakirin, lewma yasayên ku ew hikûmet der dike, dibin yasayên tev civakê û pêwîste hemû tex û qat pabendî wan bin. Hikûmetê rê bi avakirina meyxane û cihên masajê daye, lewma ew cih yasayî ne û rêz girtin bo wan erkê tev texên welat in.
Lê melayek radibe û di xutbeya mizgeftê de êrîş birin bo ser wan cihên yasayî bi cîhan dide zanîn!!!
Di rastî de mizgeft ji bo xwedê perestî û vexwendina xlekê bo aramiyê ye, lê wergirtina mifaha nerast ji wî cihê pîroz dijayetî kirina xwedê ye, lewma ger ola îslamî yan her olek din, yan her mela di her cihekê de bi taybet di mizgeftê de hewl bo pêkhatina tund û tûjiyan bide, ne ew ol ramanê peyda dike, ne pîroziya mizgetê dimîne û ne jî rengê mirovatiyê ji xebata melayekê dikewe.
Lewma handana welatiyan bo pêkanîna tund û tûjiyan bi navê îslam û cîhadê ne tenê karekî pîroz nîne belkî anarşîsteke olî û ger pêşiya wê neyê girtin xeteriyên pir mezin li pey tên.