Kurdên Başûr, Bakur û Rojava bi merema beşdarîkirin di kongreya neteweyî de ku tê çaverêkirin di nêz de li Hewlêrê bê saz kirin xwe nêzîkî hev kirine û dixwezin bi dengê hevgirtî beşdar bin, lê heya niha di navbera artiyên Rojhilatê Kurdistanê de ev nêzîkbûn nayê dîtin.
Ev heyama çend rojan e ku pêvajoya ji hevdu nêzîkbûna aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê destpê kiriye û di vê navberê de aliyên opozîsyon û desthilat bi hevdu nêzîk bûne bi merema rasthatina pirsgirêkên ku li Iraqê pêkhatine.
Di vê navberê de duhî û çend rojan berî niha jî Celal Talebanî telefona Serokê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa kiriye û hewla helandina pirsgirêkan dane. Ji aliyekî din Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên bi nûneratiya Mesûd Barzanî serdana Newşîrwan Mistefa kiriye.
Herwiha niha aliyên opozîsyon û desthilat dixwezin bi pêkanîna civînên 5 alî pirsgirêkan çareser bikin bi merema li hevnîzkbûna her çi zêdetir bo rasthatina Bexdayê.
Li Bakurê Kurdisanê jî ev yek gelek xurte û di hilbijartina berê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de bi hevgirtî beşdarî hilbijartinê bûn û karîn 36 nûşneran bişînin parlamentoyê, lewma niha ew jî hevdeng in û gelek bi hevdu nêzîk bûne.
Li Rojavayê welat jî tev partiyên siyasî yên kurd ji bilî PYD’ê di bin navê Encumena Kurdên Suriyeyê ji hevdu kom bûne û niha xwediyê dengeke yekgirtî ne û tê pêşbînî kirin ku yekîtiya han roj bi roj xurtir be.
Lê mixabin li Rojhilatê Kurdistanê heya niha ew yek nayê dîtin û nêrînên cuda jî her roj xurtir dibin. Lewma wan heya niha nekarîne di bin platformeke hevbeş de kom bin.
Li gorî çavdêrên siyasî egera herî xurt ya ku heya niha wan partiyan nekarîne xwe ji hevdu nêzîk bikin cudabûnên ku di salên çûyî de di nava partiyên kurd yên Rojhilatê Kurdistanê de pêkhatiye ye, bûne.
5 salan berî niha cudabûnek mezin kete nava Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê û hewlên bo pêkanîna bereyekî Kurdistanê bi giştî nema. Piştre Komele jî ku berî bibûn du dîsan cudabûn pêkhat û bûn bi 3. herwiha di nava Partiya Azad ya Kurdistanê de jî cudabûnek pêkhat û ew jî bû bi 2, ji aliyekî din heya niha PJAK û partiyên kilasîk yên Rojhilatî ji hev nekirine û tu rûniştinek bi hevre pêkneanîne.
Lewma li gorî ku tê xuya kirin bi van nêzîkane pêkanîna bereyeke yekgirtû bo Rojhilatê Kurdistanê nayê pêkanîn û ew yek dê bandoreke nîgetîv li ser rola kurdan li Rojhilatê hebe.
Raport: Diyar Molayî