Li Fransayê bi qasî 20 hezar Suryani/Asuri/Keldanî dijîn. Di sala 2006 an de, li Sarcelles ê peykerek ji bo bîranîna pirkûjiya Suryaniyan hatibû danîn.

Roja 20/10-2011 î, li Saint-Brice yê peykerekî din, ji bo bîranîna qirkirina Suryaniyan di sala 1915 an de hate danîn.

Piştî hevdîtinên bi dirêjî ya Komela Asurî Kildaniya li Fransayê û Yekîtiya Asuri Kildaniya li Fransayê bi şaredarê bajêr Alain Lorand re, biryar ji aliyê belediye hate dayîn û peyker bi merasîmekî û beşdariya 500 kesan, hate danîn. Di merasîmê de parlementerê fransî, şaredarê bajarên cewaz û rêvebirên komele û yekîtiyên Suryaniyan/Asuri/Kildaniyan beşdar bûn.

Serokê Navenda Seyfo Centerê Sabri Atman axaftinek bi wate kir, got ku hetanî heman peyker li navenda Torê û Amedê neyê danîn, ew ê xebata xwe bidomînin û zexta xwe ya li ser Turkiyê kêm nekin.

EuroKurd News – http://eurokurdnews.blogspot.com/

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer