Serokwezîr Barzanî: Siyaseta Xwe Sepandina Malikî û Bexdadê Nahê Qebûlkirin

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku ew qeyrana niha li Iraqê heye bi egerê şêwaza bîrkirina (têfikrîna) Bexdadê ye û siyaseta serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî û berpirsên Bexdadê, siyaseta lihevtêgihîjtinê nîne, belku siyaseta pawankirin û xwe sepandinê ye ku ew jî nahê qebûlkirin.  Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvînekê de li gel rojnameya ŞerqulEwset a Lendenî ku îro pêncşembîyê hatiye belavkirin, dibêje:´´ hatiye zanîn ku vemana me di çarçoweya Iraqê de ji alîyê me bi xwe ve bûye. Em Ereb nînin, belku em Kurdîn, ferheng û ziman û dîroka me ji ya neteweya Ereb cuda ye. Em neteweya Kurdîn, bijardeya veman [...]

By |4. april 2013|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til Serokwezîr Barzanî: Siyaseta Xwe Sepandina Malikî û Bexdadê Nahê Qebûlkirin

Bo Nexweşan Mûzîk ji Derman Baştire

Lêkolîneke zanistî li Amerîka diyar dike kû, muzîk bi rêjeya 21 % azaran kêm dike û 25% xemokiyê kêm dike, bi taybet jî bo wan kesên kû di rewşên derûniyên xirab de derbas dibin.  Vê lêkolînê weha dibêje kû Muzîk bandora wê ya pozîtîv li ser nexweşan heye, bi taybet yên temanên wan ser 50 salî kû hest bi êşên Cumgan (mefasil) dikin. Raporta lêkolînê dibêje kû, nujdarên zankoya Sitanford ya Amerîkî daxwaz ji kesên kû yadweriya wan lawaz (bîr û zakîra wan zeyîf) hatiye kirin kû guhdarî muzîkê bikin, piştî wê derket holê kû muzîkê bandorek baş kiriye ser [...]

By |1. april 2013|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til Bo Nexweşan Mûzîk ji Derman Baştire

BDP, HAK-PAR û AKP ‘Eyaleta Kurdistanê’ dinirxînin

Li ser daxuyaniya serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan a derbarê 'Eyaleta Kurdistanê' de, parlamenterê BDP, HAK-PAR û AKP'ê nêrînên xwe ji Rûdawê re par vekirin. Parlamenterê BDP'ê yê Edeneyê Mûrad Bozlak ji Rûdawê re diyar kir ku ew vê daxuyaniya Erdogan erênî dibe û wê sîstema wilayetan pirsa kurd pir hêsantir bike. Cîgirê serokê HAK-PAR'ê Bayram Bozyel jî got, " Ger pêwîstî bi sîstema wilayetan hebe, çima ne îro, piştî 10 salên din. Diyare dixwazin bi vê meseleyê dilê kurdan xweş bike û di heman demê de ji bo 10 salên din paşve bixe." Parlamenterekî AKP'ê jî ji Rûdawê re [...]

By |31. marts 2013|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til BDP, HAK-PAR û AKP ‘Eyaleta Kurdistanê’ dinirxînin

Li Roskilde agirê Newrozê hate hilkirin

Bi destpêşxeriya Komeleya Kurdî ya Roskilde agirê newrozê li wî bajarê û bi beşdariya kurdên akinciyî Roskilde û derdûra wê hate hilkirin. Duhî êwarê li bajarê Roskildê ku peyamnêrê jiyan.dk jî amade bû, merasîmeke hêja bi beşdariya hejmarek kurdên wî bajarî, bi mebesta hilkirina agirê Newrozê birêve çû. Destpêka merasîmê peyama desteya birêveberî ji aliyê heval Rêjan Azad ve hate xwendin û piştre agirê newrozê hate hilkirin, di dema agir hilkirinanê de beşdaran bi sirûda 'Em roje salê taze ye newroze hatewe' merasîm hate xemilandin. Di dawiyê de bi guwend û şahiya beşdaran merasîma han heta demjimêr 20:00 dom kirin. [...]

By |22. marts 2013|Categories: EVENTS, Kurdî, Kurmancî, NYHEDER|Kommentarer lukket til Li Roskilde agirê Newrozê hate hilkirin

Amed ji Newroza dîrokî re amade ye

Amadekariyên Newroza dîrokî ya Amedê ku dê bi dirûşma “Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statû” sibê bê pîrozkirin, qediyan. BDP dê bi 5 hezar kesî ewlehiya qadê werbigre. Di bin banê Midûriyeta Ewlehiyê ya Amedê de jî dê 6 hezar û 500 polîs peywirdar bin. Newroz dê bi awayeke zindî bê weşandin û di Newrozê de peyama Ocalan a ji bo agirbestê bi kurdî û tirkî bê xwendin. Newroza îsal a li Amedê dê sibê li Parka Newrozê pêk bê. Qada Newrozê ji 136 hezar metrekareyî pêk tê. BDP li bendê ye ji 2 milyonî zêdetir kes tevli [...]

By |20. marts 2013|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til Amed ji Newroza dîrokî re amade ye

Kurdek bû serokê hikûmeta Sûriyê ya Demkî

Xessan Hîto, bû serokê hikûmeta Demkî ya Sûriyê ku îro li Tirkiyê bajarê Istanbulê hate avakirin. Xessan Hîto bi eslê xwe Kurde û ji bajarê Şamê ye. Wê bi fermî ji Helebê hikûmeta nû were ragihandin.

By |18. marts 2013|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til Kurdek bû serokê hikûmeta Sûriyê ya Demkî

Parlementerê kurd civînek li Kopênhaginê pêkanî

Bi merema şirovekirina rewşa niha ya Herêma Kurdistana Başûr û pêwendiyên navbera delwta Kurdistan û Iraqê, civînek ji bo Parlementerê Parlementoya Kurdistanê Omer Nûredîn li Kopinhaginê pêkhat. Diyar Molayî Wêne: Shvan Bamerni  Piştînîvroya îro lêjneya nawçeya Danmarkayê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) civînek ji bo Cîgirê Serokê Lîsteya Kurdistanî li Parlementoya Kurdistanê Omer Nûredîn pêkanî ku hejmarek zaf ji rewenda kurd li navçeya Şîlendê têde beşdar bûn. Omer Nûredîn di axaftina xwe de zêdebarê şirovekirina rewşa niha ya Herêma Başûrê Kurdistanê û pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexda, rewşa parçeyên din yên Kurdistanê jî şirove kir. Navbirî di beşekî axaftina xwe [...]

By |16. marts 2013|Categories: EVENTS, Kurdî, Kurmancî, NYHEDER|Kommentarer lukket til Parlementerê kurd civînek li Kopênhaginê pêkanî

Li Rojhilatê Kurdistanê Helebçe hat bibîranîn

Tevî nêzik bûn ji 25’emîn salvegera kîmyayî baran kirina bajarê Helebçê, êwareyek helbest xwendinê li bajarê Ciwanroy a Rojhilatê Kurdistanê birêve çû. Li gor rapora ajnasa nûçegihaniya kurdpa, roja Çarşembiyê berwar 13’ê Adara 2013’an bi beşdariya hejimarek ji çalakên çandî û nivîskaran û bi alikariya navendên wêjeyî yên Xanayî Qubadî û Mewleviyê Kurd li bajarê Ciwanroyê,rêûresmek bi nave ‘Êwariya Helbestên Helebçê’ birêve çû. Rêûresma han bi ragehandina deqeyekê bêdengiyê jibo rêzgirtin ji cane hemû qurbaniyên karesata Jênosayda Helebçê,dest bi karên xwe kir. Piştre li ser boyera Helebçê DR, Mihemed Yeqûbî û Humir Menuçêhrî,du gotar hatin pêşkeş kirin. Di beşek din [...]

By |14. marts 2013|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til Li Rojhilatê Kurdistanê Helebçe hat bibîranîn

Kemal Burkay konferansek li Kopênhagê pêşkêş kir

Bi mebesta şirovekirina rewşa bakurê Kurdistan û Tirkiyayê konferansek li bajarê Kopênhaginê bo Serokê Partiya Maf û Azadî (HAK PAR) Kemal Burkay pêkhat. Li gorî peyamnêrê jiyan.dk, piştî nîvroya îro rêxistina KOMKAR konferansek li ser rewşa niha ya Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo Serokê Partiya Maf û Azadî (HAK PAR) Kemal Burkay pêkanî ku hejmarek zaf ji kurdên akinciyê paytextê ji her çar parçeyan têde beşdar bûn. Di Konferansê de Birêz Burkay li ser Rojeva Tirkiyê û Kurdistanê bi giranî sekinî û bîr û boçûnên partiya xwe sebaret bi guhertinên li Tirkiyê anî ziman û herweha piştgiriya xwe ji [...]

By |10. marts 2013|Categories: Kurdî, Kurmancî, NYHEDER|Kommentarer lukket til Kemal Burkay konferansek li Kopênhagê pêşkêş kir