Kute Fîlmek li ser jiyana “Jinên jibîrkirî berhem hat”
Dezgeha Warvîn bo eşkere kirina rewşa tal a jinan li herêma Kurdistanê û Îraqê, kurte fîlmek li ser jiyana wan jinên ku kes û karên wan li teroran de bûne qurbanî,çêkir. Lence Ebdula berpirsyarê Dezgeha Warvîn di hevpêvîneke telefondî de tevî ajansa kurdpa ragehand: di kurte fîlma han de hevpêvîn tevî 25 jinan li neteweyên cûrbicûr ên parêzgahên Kerkûk û Musil wek:Kurd, Ereb,Tukemen hatiye kirin ku bi hûrî bas ji jiyana xwe dikin. Lence Ebdula berpirsyarê dezgeha Warvîn basê vê yekê jî kir ku jinên han serbarî gazindan ji peravêz xistinê û jibîr kirinê, bi zimanê xwe bas ji jiyana [...]
Kampaynek jibo vegera Şivan Perwer jibo Turkiyê hat lidarxistin
Seva piştgirî ji vegera hunermend Şivan Perwer Kampayenk hat lidarxistin. Di ragehandina Kampaynê de hatiye: Di têkoşîna netewî de tiştê herî girîng bikaranîna nirxên netewî ye. Ala me, zimanê me, axa me, çanda me nirxên me yên netewî ne. Mirovên ku di nav jiyanê de dest ji nirxên xwe yên netewî bernadin, dikarin ji wan re xizmetê bikin û derxin asteke bilind. Mirovên bi vî rengî divê di nav netewa xwe de bin. Şivan Perwer jî bi dehsalan e ji bo zimanê xwe û çanda xwe gellek xebatên giranbûha kiriye. Em dixwazin Şivan Perwer ji derveyî siyasetê, vegere nav netewa [...]
Li Emerîka `Kurdistana Biçûk` ava dibe
Li gor nûçeyeke rojnameya The Washington Times de hatiye belavkirin, ji ber zêdebûna hejmara Kurdan ya li eyaleta Nasville êdî navê wê eyaletê bi Kurdistana Biçûk tê binavkirin. Li gor zanyariyên rojnameyê hejmara Kurdan ya li vî eyaleta Emerîkayê roj bi roj zêdetir dibe û di nava gelê Emerîkayê de jî navê Nasville êdî zêdetir bi navê Kurdistana Biçûk tê binavkirin. Rapora ku ji aliyê Jennifer Harper ve hatiye amadekirin, zêdetir balkişandiye li ser hejmara penaberan û bi cîhbûna wan ya li ser eyaletên cûr bi cûrên Emerîkayê. Her wiha li gor zanyariyên ku rojnamevan dide zanîn li paşarojê de [...]
Komeleya ÇIRAya Amedê bi mebesta pîrozkirina Roja Zimanê Zikmakî konferansek lidarxist
Komeleya Çandî û Hunerî ya ÇIRAya Amedê, bi mebesta pîrozkirina Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê konferansek lidarxist. Li gor rapora gihîştî bi malpera kurdistanmedia,Konferans, di 17ê Sibatê de, li Salona Resepsiyonê ya Sumer Parkê, bi tevlêbûna Birêvebirê Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Artûklûyê Prof. Dr. Kadrî Yildirim û Edîtorê Rojnameya Newepelê Nivîskar Roşan Lezgîn û bi moderatoriya Umît Tektaş pêk hat. Nêzikî 300 kes ku di nav de gelek birêvebirên partiyên siyasî, sazî û dezgehên sivîl jî hebûn, beşdarî konferansê bûn. Konferans, bi axaftina birêvebirên Komeleya ÇIRAya Amedê Şîrvan Daş destpêkir. Piştî axaftina Daş, moderator Umît Tektaş balkişand ku dê [...]
BDP Şanda Xwe Diyar Kir; Onder, Tan û Buldan Diçin Îmraliyê
Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) lîsteya xwe ya şandeya dê biçe Îmraliyê ji ber astengkirina hikûmeta AK Partiyê guhert. Demîrtaş û Kişanak, aşkera kirin wan biryar girtiye parlamenterên wan Sirri Sureyya Onder, Altan Tan û Pervîn Buldan biçin Îmraliyê. Hevserokên BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, derbarê şandeya ku dê ji bo hevdîtinan biçe Îmraliyê û bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bîne de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ji ber astengkirina hikûmetê wan lîsteya navên dê biçin Îmraliyê guhertiye û ew ji helwesta hikûmetê aciz in. Hate destnîşankirin BDP’ê ji ber vê yekê careke [...]
Erdogan: Berpirsyarên Provokasyona li Sînopê CHP û MHP Ne
Serok wezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan derbarê provokasysona li Sînopê ya li hemberî BDP’iyan de helwêsta xwe aşkira kir û ragihand, ku berpirsyarên ewê êrîşê her du partîyên CHP û MHP ne. Serok wezîrê Tirkiyeyê Erdogan îro di koma partiya xwe ya Parlemana Tirkiyeyê de axivî û bûyerên li Sînopê û êrişa provokasyonî ya li hember şanda HDK û parlemanterên BDP´yî nirxand. Erdogan, CHP û MHP weke berpirsyarên êrîşa li hemberî BDP’îyan nirxand û got: “Duh parlamenterên BDP’ê derbasî Sînopê dibin. Komên ku ji CHP û MHP’iyan pêk tê, li wir di nava provokasyonê de cih digrin. Niha jî radibin [...]
Li Kopênhagin semînarek li ser dezgeha Barzanî
Bi merema nirxandina kar û xebata Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî semînarek ji bo serokê dezgehê li Kopênhagina Danmarkayê pêkhat. Diyar Molayî Piştînîvroya îro semînarek ji aliyê Federasiyona Komeleyên Kurdî li Danmarkayê ji bo Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Ezîz Berzencî li nawçeya Kopênhagin a Danmarkayê pêkhat. Semînara han ji bo zêdetir nirxandina kar û xebata dezgaheha Barzanî ji bo penaberan bi taybet ji bo penaberên kurdên Rojava di dema niha bû ku navbirî zêdebarê nirxandina xebata dezgeha xwe bersiva pirsên beşdaran jî da. Hêjayî gotinê ye pêyamnerên her du beşên danmarkî û kurdî yên jiyan.dk jî beşdar bûn.
Alîkariya Bakur gihişte Rojava
Alîkariyên ku li Kurdistana Bakur, ji aliyê "Platforma Piştgiriyê a Bi Kurdistana Rojava Re" ve hatibûn komkirin, îro gihiştine Rojava. Di nav platformê de saziyên wek, KCD, HDK, OSP, ESP, KADEP, DDKD, Însiyatîfa Azadî û Koma Diyalogê a Dîcle û Firat jî Hene. Li gorî malpera Avestakurd, ji Kurdistana Bakur, alîkariyên ku bi pêşengiya, "Platforma Piştgiriyê a Bi Kurdistana Rojava Re" hatibûn komkirin, ji aliyê şandeyekê ve, ji Derîyê Sînor yê Nisêbînê hate derbas kirin û gihandine Qamişlo. Heyeta Bakur, ji aliyê heyeta ku di nav de Cîgirê Şaredarê Qamişlo Abdulkerîm Saruhan jî hebû ve hate pêşwazîkirin. Serokê TUHAD-FEDê Zubeyîr [...]
Bahar li tîmeke kurdî digere
Yek bi yek keç û jinên kurd jî berê xwe didin futbolê. Du hefte berê Rûdawê danasîna jineke kurd a futbolvan a binavê Tulay Ozçelik Yildirim kir û îcar jî dora keceka kurd e ku di heman tîmê de bi Tulay Ozçelik re leyîstiye. Bahar Aktan ev nêzîka salekê ye ku bê dilê xwe dev ji futbolê berdaye û li bajarê Dortmundê diçe dibistana meslek. Bahar diyar kir ku ew nikare bêyî futbolê bimîne û got, “Çendî tîmên Alman û Tirkan bangê min kirin, lê ez dixwazim di tîmeke Kurdan de bileyîzim, lewma min daxwaziya wan qebûl nekir.” [...]
Konferansa Elewîyan: Elewî Pitir Tevlê Xebat û Yekîtîya Kurdan Bibin
Yekemîn konfransa Elewiyên Kurdistanê bi dawî bû. Di encamnameya konferansê de hate diyarkirin, ku ji ber komkujiyên Koçgirî, Dêrsim, Sewaz û Çorumê divê dewlet ji Elewîyan lêbihorîn bixwaze. Herwisa Konfransê di encamnameya xwe de daxwaz ji Elewîyan kiriye ku zêdetir tevlê xebat û yekîtîya bi Kurdan re bibin. Yekemîn konfransa Elewîyên Kurdistanê ku 2 roj berê li Amedê destpê kiribû, duh êvarê bi dawî bû û îro encamnameya konferansê hate aşkerakirin. Ev konferans cara yekem li ser navê “Kurdistanê” dihê lidarxistin. Di encamnaneyê de kesên ku di komkujiyên Koçgirî, Dêrsim, Sewaz, Çorum, Gazî û yên din de jiyana xwe ji [...]