Li ser daxuyaniya serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan a derbarê ‘Eyaleta Kurdistanê’ de, parlamenterê BDP, HAK-PAR û AKP’ê nêrînên xwe ji Rûdawê re par vekirin.

Parlamenterê BDP’ê yê Edeneyê Mûrad Bozlak ji Rûdawê re diyar kir ku ew vê daxuyaniya Erdogan erênî dibe û wê sîstema wilayetan pirsa kurd pir hêsantir bike. Cîgirê serokê HAK-PAR’ê Bayram Bozyel jî got, ” Ger pêwîstî bi sîstema wilayetan hebe, çima ne îro, piştî 10 salên din. Diyare dixwazin bi vê meseleyê dilê kurdan xweş bike û di heman demê de ji bo 10 salên din paşve bixe.” Parlamenterekî AKP’ê jî ji Rûdawê re diyar kir ku sîstema wilayetan rastiyekî Tirkiyê ye.

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di bernameya hevpar a CNN Turk û Kanal D yên Tirkiyê de cara yekemîn bi fermî li ser sîstema eyaletan axivî. Erdogan diyar kir ku Tirkiyeyekî bihêz divê qet ji sîstema eyaleta netirse. Erdogan di vê derbarê de wiha got: “Sîstema eyaletan wê pêşketinan bi xwe re bêne. Ev jî nîşana bihêzbûnê ye. Di dema Osmaniyan de jî Eyaleta Lazîstan û Kurdistanê hebû.”

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer