Amadekariyên Newroza dîrokî ya Amedê ku dê bi dirûşma “Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statû” sibê bê pîrozkirin, qediyan. BDP dê bi 5 hezar kesî ewlehiya qadê werbigre. Di bin banê Midûriyeta Ewlehiyê ya Amedê de jî dê 6 hezar û 500 polîs peywirdar bin. Newroz dê bi awayeke zindî bê weşandin û di Newrozê de peyama Ocalan a ji bo agirbestê bi kurdî û tirkî bê xwendin.

Newroza îsal a li Amedê dê sibê li Parka Newrozê pêk bê. Qada Newrozê ji 136 hezar metrekareyî pêk tê. BDP li bendê ye ji 2 milyonî zêdetir kes tevli pîrozbahiyê bibin. BDP dê bi 5 hezar kesî ewlehiya qadê werbigre. Di bin banê Midûriyeta Ewlehiyê ya Amedê de jî dê 6 hezar û 500 polîs peywirdar bin. Her wiha polîs dê bi 3G Newroza li Amedê ji Enqereyê re bi awayeke zindî bişîne. Li qada Newrozê du platform hatin amadekirin. Platformek ji bo axaftvan û mêvanan û platformek jî ji bo çapameniyê hate amadekirin. Platform bi rengên kesk sor û zer hatin xemilandin. Di bin banê platformê de nivîsa “Em ji çareseriyê re jî ji berxwedanê re jî amade ne” hate bicihkirin. Hemû rojnamevan dê vê Newrozê bi akredîte û kartên ku ji BDP’ê wergirtine bişopînin. Yên biyanî û navxweyî jî tê de bi tevahî dê 300 endamên çapemeniyê Newrozê li qadê bişopînin. Li çar aliyên qadê bi dehan hoparlorên mezin ên deng hatin bicihkirin.

Ev du hefte ne amadekariyên sîstema deng, çêkirina platformê, bicihkirina destavên seyar, bicihkirina sîstema LED a dîmenê û agirê ku di Newrozê de dê bê vêxistin têne kirin. BDP’ê heta niha ji 2 hezar siyasetmedar, parlamenter, dîplomat û serokên welatan re vexwendname şand. Di nava kesên hatine vexwendin de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Celal Talabanî jî hene. Çav li rê ye ku ji Herêma Kurdistanê nûnerên gelek partiyên siyasî jî di Newrozê de amade bin û temsîliyeta partiyên xwe bikin.

Hemû otel tije ne

Li gorî agahiyên ku hatin wergirtin hemû otelên li Amedê ji ber mêvanên ku dê tevli Newrozê bibin tijî bûn. Bi hezaran kurd ji Ewropayê û welatên din ên cîhanê berê xwe ji duh ve dan Amedê. Çav li rê ye ji bajarên cuda yên kurdan û Tirkiyeyê jî bi deh hezaran kurd bên Amedê û tevli Newrozê bibin.

Ji bo agirê Newrozê 5 ton dar anîn qadê

Li qada Newrozê wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê hatibûn qetilkirin jî hatin daliqandin. Her wiha wêneyên hin fermandarên PKK’ê jî li qadê hatin bicihkirin. Li orta qada Newrozê jî meşaleyên mezin ên agir hatin bicihkirin. Ji bo pêxistina agirê Newrozê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 5 ton dar anî qadê. Agirê Newrozê dê ji aliyê parlamenter û şaredarên BDP’ê ve bêne pêxistin.

Peyama Ocalan dê bê xwendin

Peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî dê di Newrozê de ji aliyê du parlamenterên BDP’ê ve bi kurdî û tirkî bê xwendin. Çav li rê ye ku Ocalan di vê peyamê de nexşerêya aştî û çareseriyê aşkera bike û banga agirbestê û bêdengkirina çekan li PKK’ê bike.

Rudaw.net

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer