Bi mebesta şirovekirina rewşa bakurê Kurdistan û Tirkiyayê konferansek li bajarê Kopênhaginê bo Serokê Partiya Maf û Azadî (HAK PAR) Kemal Burkay pêkhat.
Li gorî peyamnêrê jiyan.dk, piştî nîvroya îro rêxistina KOMKAR konferansek li ser rewşa niha ya Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo Serokê Partiya Maf û Azadî (HAK PAR) Kemal Burkay pêkanî ku hejmarek zaf ji kurdên akinciyê paytextê ji her çar parçeyan têde beşdar bûn.
Di Konferansê de Birêz Burkay li ser Rojeva Tirkiyê û Kurdistanê bi giranî sekinî û bîr û boçûnên partiya xwe sebaret bi guhertinên li Tirkiyê anî ziman û herweha piştgiriya xwe ji bo mafê kurd li hemû parçeyan tekez kir.
Burkay diyar kir ku ew daxwaza sîstema federasiyonê ji bo Bakurê Kurdistanê dikin, di dawiyê de bi pirsên û têbêniyên beşdaran konferansê dom kir.