Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku ew qeyrana niha li Iraqê heye bi egerê şêwaza bîrkirina (têfikrîna) Bexdadê ye û siyaseta serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî û berpirsên Bexdadê, siyaseta lihevtêgihîjtinê nîne, belku siyaseta pawankirin û xwe sepandinê ye ku ew jî nahê qebûlkirin.
Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvînekê de li gel rojnameya ŞerqulEwset a Lendenî ku îro pêncşembîyê hatiye belavkirin, dibêje:´´ hatiye zanîn ku vemana me di çarçoweya Iraqê de ji alîyê me bi xwe ve bûye. Em Ereb nînin, belku em Kurdîn, ferheng û ziman û dîroka me ji ya neteweya Ereb cuda ye. Em neteweya Kurdîn, bijardeya veman di çarçoweya Iraqeke yekgirtî de, me bi hezkirin û vîna xwe hilbijard lê li gor destûrê, û em li ser ewê bawerîyê ne ku di berjewendîya Kurd de ye ku di em evê çarçoweyê de bimînîn û eve jî siyaseteke aşkira ye, çi ji alîyê hikûmeta herêmê û çi ji alîyê serkirdatîya Kurdistanî, bi evê bawerîya xwe jî pabendîn û wiha nabînim ku Malikî me ber bi serbixweyîyê han dide. Heger reftarên wî bo me, handan be bo serbixweyîyê, êdî hingê li gel Sune em çawan wesif bikîeyn?´´
Nêçîrvan Barzanî di evê hevdîtinê de ragihandiye:´´ berî sala 2003 em serbixwe bûyîn, lê piştî rûxana rejîma berê me bi hezkirina xwe û li ser bingehê karkirina pêkve û li gor destûrê ku %80 xelkê deng daye wê, em vegeriyan Bexdadê.´´ Barzanî tekez kir:´´ ewa ji destê me hat di pênaw yekparçeyîya xaka Iraqê me kir, me Iraqa nû ava kir û em jî tê de beşdar bûyîn, em li derveyê prosesê nînin.´´
Derbareya madeya 140 a destûra Iraqê de jî ku hindek alîyên Erebî dibêjin dema wê bi ser de çûye, serokwezîr Barzanî dibêje:´´ madeya 140 madeyeke destûrî ye û hemû jî dizanin. Em wiha dibînin ku arîşeyek heye û ya naw xêzanekê (malbatekê) ye û bi lojîka bihêz û lawaz nahê çareserkirin. Nabe alîyek wisa bizane ku xwe bihêze û ewê din lawaz. Gerek bi lihevtêgihîjtinê û nermî bihê çarekirin û bo evê mebestê jî berpirsatî li ser milê serokwezîrê Iraqê ye. Çaverêyî çi dike heta ku çare bike? Aya çaverê dike ku ji alîyê serbazî ve bihzê be û bihêt û Kurdistanê dagîr bike? Sedam bihêz bû û nekarî evê bike, ji ber ewê jî tenha rêyek heye bo çareyê û ev jî danûstandin û bercestekirina dadperwerîyê (edaletê) ye.´´
Derbareya qeyrana ewê dawîyê ya navbera Bexdad û Hewlêrê jî de serokwezîrê Kurdistanê ji rojnameya ŞerqulEwset re ragihandiye:´´mixabin ew qeyran bi egerê şêwaza bîrkirina Bexdadê ye. Siyaseta serokwezîr û berpirsên li Bexdadê siyaseta lihevtêgihîjtin nîne, belku siyaseta pawankirin û xwe sepandinê ye ku ew jî ji alîyê me ve nahê qebûlkirin, wek çawan destûrî jî nîne.´´
Barzanî herwisa tekez kiriye:´´ Iraq wisa reftar li gel me dike wek wê ku em parêzgeh bîn ser bi hikûmeta federal ve, ewe di demekê de ye ku ew mijar destûrî ye. Em dixwazîn li gor destûr reftar li gel me bihê kirin. Li ser Bexdadê pêywîste li gor bingehên federal reftar bike nek li gor bingehên navendeke bihêz ku hemû tiştek kiribe bin rikêfa xwe ve.em dixwazîn evê bîrkirinê (têfikrînê) biguherîn.´´
Serokwezîrê Kurdistanê herwisa gotiye:´´ em rêkenekevtîne li ser ewê ku dîktatorek biçe û yekek din bihê û cihê ewê berê bigre.´´ Barzanî zêdebarî wê red kiriye ku arîşeya navbera Hewlêr û Bexdadê serbazî be û got:´´ bila em wisa danên arîşeyek bi wê cureyî heye ku bi hîç şêweyekê jî nîne, pêûywîst dike ku nebe bi qeyran, çimku Iraq welateke dewlemende û hikûmeta federal dikare çareya ewan cure arîşeyan bike.´´
Di bareya mijara neftê jî de Nêçîrvan Barzanî dibêje:´´ em girêdayî ewê bawerîyê ne ku neft mulkê hemû gelên Iraqê ye. Heta niha jî 76 Miliyon bermîl neft me hinarde kiriye û me sûda wê jî bo xizîneya Iraqê yan hikûmeta federal şandiye û em wek hikûmeta herêma Kuridstanê hîç tiştekê ji ewê sûdê nabeyn.´´
S.K