Bi destpêşxeriya Komeleya Kurdî ya Roskilde agirê newrozê li wî bajarê û bi beşdariya kurdên akinciyî Roskilde û derdûra wê hate hilkirin.

Duhî êwarê li bajarê Roskildê ku peyamnêrê jiyan.dk jî amade bû, merasîmeke hêja bi beşdariya hejmarek kurdên wî bajarî, bi mebesta hilkirina agirê Newrozê birêve çû.

Destpêka merasîmê peyama desteya birêveberî ji aliyê heval Rêjan Azad ve hate xwendin û piştre agirê newrozê hate hilkirin, di dema agir hilkirinanê de beşdaran bi sirûda ‘Em roje salê taze ye newroze hatewe’ merasîm hate xemilandin.

Di dawiyê de bi guwend û şahiya beşdaran merasîma han heta demjimêr 20:00 dom kirin.

Hêjayî gotinê ye ku merasêma han ji aliyê Komeleya Kurdî ya Roskilde hatibû pêkanîn.

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer