Bi merema şirovekirina rewşa niha ya Herêma Kurdistana Başûr û pêwendiyên navbera delwta Kurdistan û Iraqê, civînek ji bo Parlementerê Parlementoya Kurdistanê Omer Nûredîn li Kopinhaginê pêkhat.

Diyar Molayî
Wêne: Shvan Bamerni 

Piştînîvroya îro lêjneya nawçeya Danmarkayê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) civînek ji bo Cîgirê Serokê Lîsteya Kurdistanî li Parlementoya Kurdistanê Omer Nûredîn pêkanî ku hejmarek zaf ji rewenda kurd li navçeya Şîlendê têde beşdar bûn.

Omer Nûredîn di axaftina xwe de zêdebarê şirovekirina rewşa niha ya Herêma Başûrê Kurdistanê û pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexda, rewşa parçeyên din yên Kurdistanê jî şirove kir.

Navbirî di beşekî axaftina xwe de diyar kir ku dê wek kurd siyaseta xwe li ser bingeha diyalog û gotûbêjan bidomînin û tu car di gel pêkhatina aloziyan di gel Bexda û welatên deverê nabin.

Di berdewamiyê de bi pirs û têdîtinên beşdaran ku zêdetir li ser rewşa pêwendiyên navbera Bexda û Hewlêrê dimeşiyan û bersivên birêz Nûredîn civîn bi dawî hat.

Hêjayî gotinê ye ku ev heyama çend rojan e şandekî Parlementerên Parlementoya Kurdistanê bi merema civîn û hevdîtin di gel parlementerên Danmarkê serdana vî welatî kirine.

 

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer