3’ê Welatiyên Kurd li Kirmaşanê hatin darve kirin

3’ê Welatiyên Kurd yên xelkê bajarê Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê li berçavê xelkê hatin darve kirin. Li gor nûçeya ajansa nûçegihaniya kurdpa, sibêdeya Îro Duşem 6’ê Gulana 2013’an 3’ê welatiyên Kurd yên xelkê bajarê Kirmaşanê li meydana Azadî a vî bajarî û li berçavê xelkê hatin darvekirin. nûçegihaniya Faris bilav kir ku yek ji wan darvekiriyan xelkê bajarê Gîlana Rojava a ser bi parêzgeha Kirmanşanê bû ku bi tawana kuştina keçekê ji aliyê dezgeha qezayî ya komara Îslamiya Îranê bi darvekirinê hatibû mehkûm kirin. dezgeha qezayî ya Komara Îslamiya Îranê bilav kir, du kesên han bi tawana destrêjiya Sexî û kuştina [...]

By |6. maj 2013|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til 3’ê Welatiyên Kurd li Kirmaşanê hatin darve kirin

Li Kopênhagê semînarek bo Hêmin Hewramî

Bi merema nirxandin û şirovekirina rewşa niha ya Herêma Kurdistan û Iraqê, herwiha rewşa parçeyên din yên welat, semînarek li bajarê Ishøj ya Danmarkê ji bo Berpirsê Pêwendiyên Partiya Demokrat a Kurdistanê Hêmin Hewramî hate li darxistin. Diyar Molayî Piştî nîvroya îro 04.05.2013'an li bajarê Ishøj a Danmarkayê ku peyamnêrê jiyan.dk jî têde beşdar bû, Berpirsê Pêwendiyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî di semînarekê de basê rewşa Herêma Kurdistan, rewşa Rojava û bakurê Kurdistanê û herwiha pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir. Hewramî di beşekî axaftina xwe de pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi aloz da zanîn û diyar [...]

By |4. maj 2013|Categories: EVENTS, Kurdî, Kurmancî, NYHEDER|Kommentarer lukket til Li Kopênhagê semînarek bo Hêmin Hewramî

122 hezar penaberên Rojava, li başûr in

Hefteya borî berpirsa ofîsa Hewlêrê ya rêxistina penaberan ya Neteweyên Yekbûyî UNHCR, Buşra Halîputa, ragihand ku niha dora 128 hezar penaberên sûrî li Iraqê ne, ku dora 122 hezaran ji wan li Herêma Kurdistanê ne û ji wê hejmarê jî 35 hezar li Kampa Domîz in li parêzgeha Dihokê. Li Hewlêrê jî hejmara penaberên ji Rojavayê Kurdistanê gihiştiye 28 hezar kesan. Navborî diyar kir ku wê du kampên nû ji bo wan penaberan li bajarên Hewlêr û Silêmaniyê bên vekirin. Halîputa ji Rûdawê re got: “Niha Kampa Domîz pirr qerebalix e û fişareke mezin li ser heye. Lewma bi hevkariya [...]

By |1. maj 2013|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til 122 hezar penaberên Rojava, li başûr in

Ji bo protestoyê, cilên jinan li xwe kirin

Ji bo protestokirina biryara dadgeha bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê, hejmarek çalakên siyasî û sivîl yên kurd, cilên jinan li xwe kirin. Ji Diyar Molayî Di heyama çend rojên derbasbûyî û piştî sivikatîkirin bi jinan ji aliyê dadgeha bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê, hejmarek zaf zilaman ji bo protestokirina wî karî cilên jinan li xwe kirin. Her yek ji wan zilaman li ser rûpela facebooka xwe zêdebarê şermezarkirina biryara dadgeha Merîwanê, nivîsandin ku jin bûn ne sivikbûne, ku cilên wan ji xwe kirin, nîşana sivikatiyê be. Nivîsên hinek ji wan zilaman ev in: Jin, jiyan e. Jin bûn ne sivik [...]

By |19. april 2013|Categories: Kurdî, Kurmancî, NYHEDER|Kommentarer lukket til Ji bo protestoyê, cilên jinan li xwe kirin

Bi bîranîna Hêmin Mehabadî bû piroblam

Rêveberiya karûbarên kulturî û ayîna îslamê ya bajarê Îslam Abadê li parêzgeha Kirmaşan li rojhilatê Kurdistanê pêşiya sazkirina merasima bibîranîna helbestvan û nivîskarê navdarê kurd Hêmin Mehabadî girt. Biryar bû îro (17.04.2013) bi helkefta salvegera koça dawî ya helbestvan û nivîskarê navdarê kurd Hêmin Mehabadî li bajarê Îslam Abadê yê Kirmaşanê merasimek ji aliyê hinek çalakvan û rewşenbîrên kurd ve bê sazkirin. Li gorî nûçeya malpera KurdPa, lê ev merasim bêyî ku sedema wê bê gotin ji aliyê rêveberiya karûbarên kulturî û ayîna îslamê ya bajêr ve hat sekinandin. Merasima bibîranîna Hêmin Mehabadî dê îro saet 16:00 bi dema Îranê [...]

By |17. april 2013|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til Bi bîranîna Hêmin Mehabadî bû piroblam

Burkay Pêşniyara Modela Federasiyonê kir

Serokê giştîyê HAK-PAR’ê Kemal Burkay, piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoya aştî û çareseriyê ya di navbera Ocalan û dewleta Tirkiyeyê de nîşan da û xwest siyaseta demokratîk bi pêş bikeve. Serokê giştîyê HAK-PAR’ê Kemal Burkay ku piştî 32 salan ji Ewropayê vegeriya welat û bû serokê partiya xwe li Amedê îro tevli panelekê bû. Burkay piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoya aştiyê û çareseriyê ya di navbera rêberê PKK’ê Ebdullah Ocalan û dewleta Tirkiyeyê de nîşan da û got: “Pirsgirêka kurd ji Osmaniyan heta avabûna Komara Tirkiyeyê û heta niha jî didome. Dewletê kurd înkar kirin, zilm û zordarî [...]

By |15. april 2013|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til Burkay Pêşniyara Modela Federasiyonê kir

Li Kopênhagê semînarek li ser komkujiyên Kurdistanê

Bi merema şirovekirin û nirxandina komkujiyên her çar parçeyên Kurdistanê, semînarek le bajarê Kopênhaga Danmarkayê pêkhat. Di semînara han de ku peyamnêrê jiyan.dk jî beşdar û ji aliyê Federasiyona Komeleyên Kurdî li Danmarkayê pêkhatibû, çar kesan her yek ji wan basê komkujiyên li parçeyekî Kurdistanê kir. Basê Başûrê Kurdistanê ji aliyê Niştiman xan ji Partiya Demokrata Kurdistanê bû ku navbirî basê kîmyabarana Helebçe, Enfal, komkujiyên Germiyan û Barzaniyan û devera Badînanê kir. Piştre Hejar Deştî Berpirsê Yekîtiya Lawan li Danmarkayê basê komkujiyên li Rojhilatê Kurdistanê kir, navbirî di axaftina xwe de basê komkujiyên li Qarne û Qelatan û herwiha kîmyabarana [...]

By |13. april 2013|Categories: Kurdî, Kurmancî, NYHEDER|Kommentarer lukket til Li Kopênhagê semînarek li ser komkujiyên Kurdistanê

Gelo Mesûd Barzanî dikare cardin bibe serokê Kurdistana federal?

Serokê firaksyona Tevgera Goran li parlamentoya Kurdistanê Kardo Mihemed, diyar kir ku li gorî destûra Herêma Kurdistanê, Barzanî nikare carek din bibe berbijarê serokatiya Herêma Kurdistanê. Lê pisporekî hiqûqê dibêje, Barzanî dikare cardin bibe berbijarê serokatiyê. Yek ji babetên ku van rojan di rojeva siyasî ya Herêma Kurdistanê de ye, dirêjkirina heyama serokatiya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ye. Li kêleka vê rojevê hinek kes dibêjin Barzanî carek din nikare bibe berbijarê serokatiyê lê hinek jî berovajî vê yekê hizir dikin. Serokê fraksyona tevgera Goran li parlamentoya Kurdistanê Kardo Mihemed ji Rûdawê re got, li gorî qanûna serokatiya Herêma Kurdistanê, [...]

By |9. april 2013|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til Gelo Mesûd Barzanî dikare cardin bibe serokê Kurdistana federal?

Rojî şehîdan le Kopênhagî Danmark berz ragîra

Be mebestî rêzgirt le yadî 66 emîn saley şehîdkranî Pêşewa Qazî Mhemed û hawrêyanî û herweha rojî şehîdanî Kurdistan koryardêk le layen komîtekanî Danmarkî Hîzbî Dêmokratî Kurdistanî Êran û Partî Sosyalîstî Kurdistan le şarî Kopênhagî Danmark berêweçû. Le koryardeke da peyamnêrî jiyan.dk amade bû, be sirûdî netewayetî Ey Reqîb û deqeyek bêdengî bo rêzgirtin le giyanî şehîdanî Kurdistan destîpê kird, paşan le layen berêweberî koryadeke Diyar Molayî be xêrhatnî mêwanekan kira û nawbraw rêzbendî bernamekan diyarî kird. Ke be wute be nirxekanî Doktur Qasimlo sebaret be şehîd destipêkirid. Paşan peyamêkî kurt be nwênerayetî Komîtekanî Danmarkî Partî Sosyalîstî Kurdistan û Hîzbî [...]

By |6. april 2013|Categories: Kurdî, Kurmancî, NYHEDER, Soranî|Kommentarer lukket til Rojî şehîdan le Kopênhagî Danmark berz ragîra

Li Rojhilatê Kurdistanê girtina welatiyan didome

Kampanya Mafên Mirov li Îranê ragihand, 10 welatiyên kurd û azerî yên Ormiyê ku destpêka Adara îsal bi tohmeta hevkarî bi partiyên neyarên rejîmê re hatibûn binçavkirin, bo girtîgeha navendî ya Ormiyê hatin veguhestin. Li gorî nûçeya malpera Kurdpa, kampanya mafên mirov li Îranê di daxuyaniyekê de ragihand, destpêka meha Adara îsal hêzên ewlehiyê yên Îranê li bajarê Ormiyê avêtibûn ser mala hinek welatiyên kurd û azerî. Di daxuyaniyê de hat gotin ku wê demê 10 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn girtin. Li gorî daxuyaniyê, girtiyên han ku bi tohemta hevkarî bi partiyên neyarên rejîma îslamî re hatibûn [...]

By |5. april 2013|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til Li Rojhilatê Kurdistanê girtina welatiyan didome