Hefteya borî berpirsa ofîsa Hewlêrê ya rêxistina penaberan ya Neteweyên Yekbûyî UNHCR, Buşra Halîputa, ragihand ku niha dora 128 hezar penaberên sûrî li Iraqê ne, ku dora 122 hezaran ji wan li Herêma Kurdistanê ne û ji wê hejmarê jî 35 hezar li Kampa Domîz in li parêzgeha Dihokê. Li Hewlêrê jî hejmara penaberên ji Rojavayê Kurdistanê gihiştiye 28 hezar kesan. Navborî diyar kir ku wê du kampên nû ji bo wan penaberan li bajarên Hewlêr û Silêmaniyê bên vekirin.
Halîputa ji Rûdawê re got: “Niha Kampa Domîz pirr qerebalix e û fişareke mezin li ser heye. Lewma bi hevkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê me biryara avakirina du kampan da. Yek ji van kampan li bajarê Hewlêrê tê vekirin, li Dareşekran ya li nêzîkî qezaya Xebat û kampa din jî li bajarê Silêmaniyê, li navçeya Barîke tê vekirin.”
Di daxuyaniyeke fermî de nûnerê UNHCR li Iraqê ragihand ku bi avakirina wan herdu kampan jî pirsgirêka dabînkirina penaberên Sûriyê bi dawî nabe. Li gor zanyariyên UNHCR, niha rojane 800-1000 penaber ji Rojavayê Kurdistanê berê xwe didin Herêma Kurdistanê. Berpirsê ragihandina ofîsa UNHCR li Hewlêrê, Jeremy Serînî, ji Rûdawê re got ku pêdiviya wan bi 60 milyon Dolarê din heye, da ku bikarin hevkarî û pêdiviyên penaberên ji Sûriyê misoger bikin.