Serokê firaksyona Tevgera Goran li parlamentoya Kurdistanê Kardo Mihemed, diyar kir ku li gorî destûra Herêma Kurdistanê, Barzanî nikare carek din bibe berbijarê serokatiya Herêma Kurdistanê. Lê pisporekî hiqûqê dibêje, Barzanî dikare cardin bibe berbijarê serokatiyê.
Yek ji babetên ku van rojan di rojeva siyasî ya Herêma Kurdistanê de ye, dirêjkirina heyama serokatiya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ye. Li kêleka vê rojevê hinek kes dibêjin Barzanî carek din nikare bibe berbijarê serokatiyê lê hinek jî berovajî vê yekê hizir dikin.
Serokê fraksyona tevgera Goran li parlamentoya Kurdistanê Kardo Mihemed ji Rûdawê re got, li gorî qanûna serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî nikare carek din bibe berbijarê serokatiya Herêma Kurdistanê.
Mihemed, diyar kir ku eger Barzanî bixwaze xwe carek din berbijar bike divê qanûna serokatiyê vegere parlamentoyê û cardin bê hemwarkirin.
Kardo Mihemed wiha axivî: “Ji ber wê jî qanûnî nîne ku Barzanî cara sêyem bibe serokê Herêma Kurdistanê.”
Ji aliyekî din, pisporê qanûn û hiqûqê Osman Elî Weysî li bara vê yekê de ji Rûdawê re got, li gorî mercên siyasî û pêwîstiyên Kurdistanê Barzanî carekî ji aliyê parlamentoyê ve û carekî ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin.
Weysî destnîşan kir, li gorî qanûnê heta niha Barzanî carekî tenê ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin ji ber wê jî carekî din mafê wî heye ku ji aliyê gel ve bê hilbijartin.
Mesûd Barzanî, 12ê Hezîrana 2005ê ji aliyê parlamentoya Kurdistanê ve wek yekemîn serokê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin. Paşê qanûna hilbijartina serokatiya Herêma Kurdistanê hat guhertin û biryar hat dayîn serok ji aliyê gel ve bê hilbijartin.
Li gorî qanûna nû, di hilbijartinên 25.07.2009 de Barzanî bi dengên gelê Kurdistanê bû serokê Herêma Kurdistanê û roja 30.08.2009 sûnd xwar û dest bi kar kir.