Rêveberiya karûbarên kulturî û ayîna îslamê ya bajarê Îslam Abadê li parêzgeha Kirmaşan li rojhilatê Kurdistanê pêşiya sazkirina merasima bibîranîna helbestvan û nivîskarê navdarê kurd Hêmin Mehabadî girt.

Biryar bû îro (17.04.2013) bi helkefta salvegera koça dawî ya helbestvan û nivîskarê navdarê kurd Hêmin Mehabadî li bajarê Îslam Abadê yê Kirmaşanê merasimek ji aliyê hinek çalakvan û rewşenbîrên kurd ve bê sazkirin.

Li gorî nûçeya malpera KurdPa, lê ev merasim bêyî ku sedema wê bê gotin ji aliyê rêveberiya karûbarên kulturî û ayîna îslamê ya bajêr ve hat sekinandin.

Merasima bibîranîna Hêmin Mehabadî dê îro saet 16:00 bi dema Îranê li salona şarewanî ya Îslam Abadê bihata lidarxistin û 2 saetan dom kiriba. Di merasimê de dê helbest bihata xwendin û axaftin hatiba kirin û her wiha komên mûzîkê dê stran pêşkêş bikiran.

Hêmin Mehabadî ku navê wî yê rast Seyîd Mihemed Emîn Şêx El Îslamî ye, sala 1921 li gundê Laçîn ê bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye û roja 17ê Nîsana 1986 malavayî li jiyanê kiriye. Termê Hêmin li goristana Sultan Bucaq a Mehabadê de hatiye definkirin.

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer