Serokê giştîyê HAK-PAR’ê Kemal Burkay, piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoya aştî û çareseriyê ya di navbera Ocalan û dewleta Tirkiyeyê de nîşan da û xwest siyaseta demokratîk bi pêş bikeve.

Serokê giştîyê HAK-PAR’ê Kemal Burkay ku piştî 32 salan ji Ewropayê vegeriya welat û bû serokê partiya xwe li Amedê îro tevli panelekê bû. Burkay piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoya aştiyê û çareseriyê ya di navbera rêberê PKK’ê Ebdullah Ocalan û dewleta Tirkiyeyê de nîşan da û got: “Pirsgirêka kurd ji Osmaniyan heta avabûna Komara Tirkiyeyê û heta niha jî didome. Dewletê kurd înkar kirin, zilm û zordarî li ser kurdan meşand. Kurdan jî li hemberî vê yekê serî rakirin, dest bi şerê çekdarî kirin. Hemû serhildanên kurdan bi tundiyê hate tepeserkirin. Lê piştî ku serhildan qediyan dewletê her tişt ji bîr kir û tu gav ji bo mafên kurdan neavêtin. Em dixwazin PKK dev ji çekan berde û siyaset bi pêş bikeve.

Lê ev nayê wê wateyê ku dê aştî û çareserî pêk bê. Çimkî PKK’ê di 99’an de jî çek dan sekinandin lê dewletê got me ew tasfiye kirine û tu gav navêtin.” Burkay got, ku li Tirkiyeyê 25 miliyon kurd dijîn û kurd dikarin bi riyên sivîl, siyaset û demokrasiyê jî mafên xwe bi dest bixin. Burkay ji bo Tirkiye, Sûriye û Îranê jî modela federasyonê pêşniyar kir.

Jêder(PNA)

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer