Bi merema nirxandin û şirovekirina rewşa niha ya Herêma Kurdistan û Iraqê, herwiha rewşa parçeyên din yên welat, semînarek li bajarê Ishøj ya Danmarkê ji bo Berpirsê Pêwendiyên Partiya Demokrat a Kurdistanê Hêmin Hewramî hate li darxistin.

Diyar Molayî

Piştî nîvroya îro 04.05.2013’an li bajarê Ishøj a Danmarkayê ku peyamnêrê jiyan.dk jî têde beşdar bû, Berpirsê Pêwendiyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî di semînarekê de basê rewşa Herêma Kurdistan, rewşa Rojava û bakurê Kurdistanê û herwiha pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir.

Hewramî di beşekî axaftina xwe de pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi aloz da zanîn û diyar kir ku heya niha jî kurd di riya rizgariyê de ne û heya niha jî demokrasî di qonaxa destpêka xwe de ye û gelê me di bin gefan de ye.

Sebaret bi pêwendiyên navbera desthilat û opozîsyonê li Herêma Kurdistanê Himên Hewramî xuya kir ku, ew hertim dixwezin pêwendiyan xweş bikin û anî ziman ku niha pêwendiyên desthilat û opozîsyonê ne pêwendiyên salim in.

Navbirî herwiha basê rewşa Rojavayê Kurdistanê kir û amadebûna partiya xwe bo her alîkariyekê bi wî beşê welat ragehand.

Rewşa pêvajoya aştiyê li Tirkiye û bakurê Kurdisranê tewerek din ya axaftinên Hewramî bû, ku têde navbirî piştevaniya partiya xwe bo diyaloga di navbera PKK û AKP de anî ziman.

Beşa dawiyê ya axaftina berpirsê Pêwendiyên PDK li ser sîstema hikimraniya li Iraqê, rewşa deverê û Kurdistanê bû.

Civîna han bi pirsên beşdaran û bersiva birêz Hewramî bi dawî hat.

Hêjayî gotinê ye ku semînara han ji aliyê lêjneya nawçeya Danmarkê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hatibû pêkanîn.

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer