Ji bo protestokirina biryara dadgeha bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê, hejmarek çalakên siyasî û sivîl yên kurd, cilên jinan li xwe kirin.
Ji Diyar Molayî
Di heyama çend rojên derbasbûyî û piştî sivikatîkirin bi jinan ji aliyê dadgeha bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê, hejmarek zaf zilaman ji bo protestokirina wî karî cilên jinan li xwe kirin.
Her yek ji wan zilaman li ser rûpela facebooka xwe zêdebarê şermezarkirina biryara dadgeha Merîwanê, nivîsandin ku jin bûn ne sivikbûne, ku cilên wan ji xwe kirin, nîşana sivikatiyê be.
Nivîsên hinek ji wan zilaman ev in:
Jin, jiyan e.
Jin bûn ne sivik bûn e.
Ev cil cilên dayîk, xweşîk, hevjîn û evîna min e, ez şanaziyê pê dikim.
Ev cil nîşana kultura gelê min e, ez şanaziyê dikim ku li xwe dikim.
Sivikatî bi jina kurd, sivikatiye bi mirovatiyê. û …
Li ber kirina cilên jinan ji aliyê zilaman ve û piştgîrî kirin ji xebata jinan, bû cihê kêfxweşiya jinan û wan li ser facebookên xwe ev karê zilaman bi şoreşekî mezin a kulturî dan zanîn.
Herwiha hindek rêxistinên sivîl yên Rojhilatê Kurdistanê ew biryara dozgerê dadgeha Merîwanê pirotesto kirin, ji wan:
Civata Jinên Merîwanê, xwendkarên Zanîngeha Peyamnûr a Merîwanê, Civata Wêjeyî ya Gundê Nêy, Nawenda kilturî û çandiya Kirmanc a Zanîngehên Urmiyê û …
Hêjayî gotinê ye ku çend rojan berî niha dadgeha bajarê Merîwan, bi sûça karên neyasayî ji bo çend tawanbaran, hikim da ku wan bi cilên jinan di nav bajarê Merîwanê de bigerînin.
Ew kar ji aliyê jinên Merîwan bi tundî rastî rexneyan bû, û wan ji bo protesto kirina wî karî û herwiha sivikatî kirin bi jin û cilên jinan, derketin ser cadeyan û ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve rastî êrîşan hatin.
Lê di rastî de ev ne cara yekê ye ku desthilatdarên Komara Îslamî ya Îranê bi vî awayî sivikatiyê bi jinan û bi taybet jinên kurd dikin, lewma em bi navê jiyan.dk wî karê dadgeha Merîwanê protesto dikim û piştevaniya xwe ji bo jinên kurd nîşan didin.
Jin bûn ne sivikbûn e ku ji bo cezakirinê bê bikaranîn