Bi merema şirovekirin û nirxandina komkujiyên her çar parçeyên Kurdistanê, semînarek le bajarê Kopênhaga Danmarkayê pêkhat.

Di semînara han de ku peyamnêrê jiyan.dk jî beşdar û ji aliyê Federasiyona Komeleyên Kurdî li Danmarkayê pêkhatibû, çar kesan her yek ji wan basê komkujiyên li parçeyekî Kurdistanê kir.

Basê Başûrê Kurdistanê ji aliyê Niştiman xan ji Partiya Demokrata Kurdistanê bû ku navbirî basê kîmyabarana Helebçe, Enfal, komkujiyên Germiyan û Barzaniyan û devera Badînanê kir.

Piştre Hejar Deştî Berpirsê Yekîtiya Lawan li Danmarkayê basê komkujiyên li Rojhilatê Kurdistanê kir, navbirî di axaftina xwe de basê komkujiyên li Qarne û Qelatan û herwiha kîmyabarana Serdeştê kir. Herwiha navbirî basê Cînusayda sipî j kir.

Di panela duyem de Mehmûd Berzencî basê komkujiyê li Roavayê Kurdistanê kir û têde basê komkujiyên li sînemama Amûdê û herwiha bajarê Heseke kir.

Di beşda dawiyê de Mîrza Akar basê komkujiyên li bakurdê Kurdistanê kir û têde basê tevkujiya li Dersîm û Pîran û herwiha komkujiyên Xirîstiyenan li bakurê welat kir.

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer