Malpera WikiLeask li bara bûyera kuştina 3 jinên kurd li paytexta Fransa, Parîsê de îdia kir ku CIA û MÎT çend salan beriya niha plana vê êrişê danîne.

Malpera Wikileaks ku beriya niha agahiyên veşartî yên wezareta derve ya Amerîka belav kiribû, li bara bûyera kuştina 3 jinên siyasetmedarên kurd li Parîsê de îdia kir ku navenda îstixbarata Amerîka (CIA) û saziya îstixbarata Tirkiyê (MÎT) çend sal berê plana vê bûyerê danîne.

Li gorî belgeya Wikileaksê, balyozê wê demê yê Amerîka li Tirkiyê meha Kanûna 2007 dewleta Tirkiyê hişyar kiriye ku divê Enqere alîkariya Washingtonê bike da ku çavkaniyên darayî yên PKK li Ewrûpa bixitimînin.

Li gorî nûçeyê, balyozê Amerîka ji Tirkiyê xwestiye ku çavdêriya Sakîne Cansiz bikin ji ber ku ji herkesî zêdetir dirav û alîkarî ji PKK re kom dike.

Şeva çarşema borî (09.01.2013) li paytexta Fransa, Parîsê di encama êrişek çekdarî de jinên siyasetmedarên kurd ên bi navê Sakîne Cansiz (endama damezrêner a PKK), Fîdan Dogan û Leyla Soylemez li avahiya Komela Enformasoyna Kurdistanê de hatin kuştin.

 

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer