67’emîn salroja damezirandina Komara Kurdistan li Mehabadê, bi beşdariya hejmarek zaf kurdên her çar parçeyên Kurdistanê li Kopenhagina Danmarkkayê hate pîroz kirin.
Duhî êwarê Komîteya Şîlendê ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi merema bibîranîna 67’emîn salroja damezirandina Komara Kurdistan li Mehabadê şewahengehî hêja li nawçeya Şîlend a Danmarkayê li darxist ku hejmarek zaf kurdên her çar parçeyên Kurdistanê amadeyî merasîmê bûn.
Merasêma han ku peyamnêrê jiyan.dk jî amade bû, bi peyama PDKÎ ji aliyê perpirsê wê partiyê li Danmarkayê Birêz Silêman Keleşî hate pêşkêş kirin ku navbirî bi hûrî basa giringiya damezirandina komarê kir û herwiha daxwaza bicihanîna peyama Komarê ji bo yekrêziya neteweyî kir.
Piştî peyama PDKÎ peyama partiyên din yên Kurdistanê ji hemû parçeyan hate xwendin, wekî dihat xuya kirin nûnerên hemû aliyan têde beşdar bûn ku wê rengekî xweş da merasîmê.
Di dawiyê de merasîm bi dengê her du hunermendên genc Erselan Codet û Heme Xulamî û bi xweşî û guwenda beşdarên merasîmê berdewam kir.
Hêjayî gotinê ye ku sala 1945’an li bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê bi serokatiya Pêşewa Qazî Mihemed û piştevaniya General Mistefa Barzanî dewletek li çarçoveya Komarî de hate damezirandin ku niha jî peyamên wê bi giring tên zanîn û kurdên her çar parçeyên Kurdistanê bi çavekî pîroz berê xwe didin peyamên Komarê.
Diyar Molayî