Rojnameya Hurriyet a Tirkiyê îdia dike ku rêberê PKK, Abdullah Ocalan dê meha Sibata îsal “agirbestê” ragihîne û piştî wê jî dê “100 çekdarên PKK” çekên xwe danên û derkevin derveyî sînorê Tirkiyê.

Rojnameya Hurriyet a Tirkiyê îro (29.01.2013) di nûçeyekê xwe de îdia kir ku meha Sibata îsal dê rêberê PKK, Abdullah Ocalan bi fermî agirbestê ragihîne û fermanê bide hêzên PKK ku derkevin derveyî sînorê Tirkiyê.

Li gorî nûçeyê, agirbest dê di hevdîtina navbera şanda MÎT û PKK de ku dê çend rojên din li Herêma Kurdistanê bê sazkirin, bê ragihandin.

Di nûçeyê de hat gotin ku Ocalan peyama xwe ya “bêçalaktiyê” di hevdîtinên digel hevserokê DTK, Ehmed Turk, parlamentera BDP a Batmanê, Ayla Akat û birayê xwe, Mehmet Ocalan şandiye û ev peyam dê di civîna bê de bê gotûbêjkirin.

Rojnameyê her wiha îdia kir ku wek nîşana bawerî û destpêka pêvajoya danîna çekan dê 100 çekdarên PKK çekên xwe danên û di bin çavdêriya saziyên sivîl de derkevin derveyî sînorê Tirkiyê.

Rûdaw

 

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer