Saziya Lêkolîn û Şêwirmendiyê ya Qanûnê ku navenda wê li bajarê Bonn a Almanyayê ye nexşeya erdnîgariya Başûrojavayê Kurdistanê (Herêma Kurdistan a Sûriyeyê) belav kir û diyar kir ku rûberahiya vê herêmê ji Libnanê mezintir e.
Saziya navborî nexşeya Rojavayê Kurdistanê ji gundê ‘Eyn Dîwar’ a bajarê Dêrika bi ser parêzgeha Hesekê da destpêkirin ta Bakûrojhilatê ‘sînorê’ Sûriyeyê xêz kir bi dirêjahiya ‘sînorê’ Tirkiyeyê ve ta digihêje Îskenderûnê.
Li gorî rojnameya ‘el Erebiye’ ragihand Seroka Saziya Lêkolîn û Şêwirmendiyê ya Qanûnê Jiyan Bedirxan got ku her çend nexşeya belav kirine li karê rêveberia heyî Sûriyeyê nayê jî, lê belê ev nexşe li gorî rastiya dîrokî û erdnîgarî ya Rojavayê Kurdistanê hatiye xêzkirin.
Her wiha li gorî amarên vê saziyê li Sûriyeyê derdora 3 mîlyon Kurd dijîn û bi piraniya Kurdan herêmên Kurdnişîn ên Rojavayê Kurdistanê dijîn.
Rudaw