Ji bo komkirina alîkariya madî ji bo penaberên Rojavayê Kurdistanê şevahengekî mezin li bajarê Kopenhagen pêkhat.

Duhî demjimrê 18 bi dema navenda Ewropayê bi destpêşxeriya Komeleya Efrînê şehavengekî mezin li Norrebrohavllen a Kopenhagen pêkhat ku hejmarek yekcar zor ji kurdên her çar parçeyên Kurdistanê têde beşdar bûn.

Di şevahenga han de ku peyamnêrê jiyan.dk jî beşdar bû, çend hunermend ji wan Nizamettin Arîç, Ganî Nar, Leyla Efrînî û çend hunermendên din bi dengê xwe şevahenga han xemilandin.

Herwiha hejmarek Parlemanterên Danmarkayê jî têde beşdar bûn û axaftinên xwe pêşkêş kirin ku bû cihê kêfxweşiya beşdarên şevahengê.

Hêjayî gotinê ye ku tev pareyê ku ji şevahenga han bi dest ket ji bo alîkarîkirin bi penaberên kurd yên Rojava dê bê xerc kirin.

Diyar

 

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer