Komeleya Kurdî a Roskildê ji bo nêzîkkirina kurdên akinciyê wî bajarê şevek kurdî li dar xist.

Îro demjimêr 18 bi dema navenda Ewropayê Komeleya Kurdî ya Roskilde şevek kurdî bi beşdarî hejmarek kurdên wî bajarê û malbatên wan lidarxist ku bû cihê dilxweşiya tev beşdaran.

Şeva han ku peyamnêrê jiyan.dk jî beşdar bû bi siroda neteweyî ya Ey Reqîb û deqeyek bê dengî ji bo canê şehîdên Kurdistanê destpê kir, û piştre peyama komeleyê ji aliyê serokê wê birêz Omer Merdan Hebîb hate xwendin.

Piştre mêvanan bi muzîk û programên ku ji bo zarokan hatibû pêkanîn şeva xwe derbas kirin û di dawiyê de şevaheng bi xweşî û şahî û guwenda beşdaran bi dawî hat.

Em bi navê Komeleya Kurdî ya Roskilde sipas û pêzanînên xwe pêşkêşî hemû wan kesan dikin ku di pêkanîna şeva han de ji bo me bûn alîkar, û herwiha sipas ji bo hemû wan kesan ku di şeva han de beşdar bûn, hêvîdarin ku şeva han li gorî dilê wan be.

Komeleya Kurdî a Roskilde

 

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer