Erdhej: Rewşa zarokan nebaş e

Mamoste Mustafa Ünsal tu carî erdheja 6ê sibata sala 2023an ji bîr nake. Di wê rojê de bi deh hezaran Tirk, Kurd, Ereb û hwd, jiyana xwe ji dest dan. Fotograf: Andreas Hansen Mustafa Ünsal ji Hatayê wiha got: “Ez rabûm. Ez, hevjîna min û zarokê me li malê bûn. Avahiya li hemberî me hilweşiya. Em ketine panîkê û derketin.” Li derve, mirovan hewl da ku bikevin nav otomobîlên xwe. Yên ku tirimbêlên wan tunebûn li derve li bendê man. “Hemû cihan girtî bûn. Xelk birçî bûn û nan û av tune bû. Têkiliya telefon û înternetê qut bû jî." [...]

By |14. februar 2024|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til Erdhej: Rewşa zarokan nebaş e

Bijîşk: Piştî erdhejê rewş hê pir xirab e

Salek di ser erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê rewşa tenduristiyê li herêmê hîn gelek xirab e. Fotograf: Andreas Hansen Serokê Yekîtiya Bijîşkên Mereşê, ku yek ji bajarên herî zêde zirar dîtiye, Lûtfî Tiyekli wiha got: "Piraniya birînên me yên fîzîkî sax bûne. Lê travmaya psîkolojîk a piştî erdhejê hîn jî berdewam e." Li Tirkiyeyê zêdetirî 50 hezar, li Sûriyeyê jî zêdetirî 8 hezar jiyana xwe ji dest dan. “Welatiyên me bav, dayik, xwişk û birayên xwe, cîranên xwe winda kirin. Û ji bilî vê pirsgirêkên derûnî jî hene.” Di nava miriyan de gelek bijîşk jî hene. Lütfi Tiyekli dibêje, "Em [...]

By |14. februar 2024|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til Bijîşk: Piştî erdhejê rewş hê pir xirab e

Salek bi ser erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê

Salek bi ser erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê derbas bû. Zêdeyî 59 hezar kes canê xwe ji dest dan. Lê niha rewş çawa ye? Endezyar, nûnerê parêzga, doktor û rojnamevan li ser vê yekê nêrîna xwe tînin zimên. Fotograf: Andreas Hansen Çima ewqas avahî hilweşiyan? Li gorî berdevkê Odeya Endezyarên Kahramanmaraşê Ökkeş Buğra Dalkıran pirsgirêk ev in: "Em di pêvajoya avakirinê de hin xeletiyên cidî dibînin," wî got. "Ev jî pirsgirêkeke mezin e. Divê hûn agahdar bin û bi kêmanî pêşî li xeletiyên zêdetir bigirin. Ji ber vê yekê erdhej ji bo her kesê di vê sektorê dersek pir mezin [...]

By |14. februar 2024|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til Salek bi ser erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê

Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê salvegera xwe li Kopenhagê pîroz kir

Partîya Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi boneya derbasbûna 78 sal li ser damezrandina wê ahengek li dar xist. Rapor: Sherwan Shahin Baran Bîrdoz Li Danîmarkayê, 19ê tebaxa 2023an, li bajarê Roskildeyê (30 Km rojavayî paytexta Danîmarkayê Kopenhag) Partîya Dêmokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) şahîya xwe li dar xist bi boneya derbasbûna 78 salan li ser damezrandina wê. Beşdaran ji alîyê revenda kurdî li Danîmarkayê amade bû, ji ber ku ev aheng li ba alîgirên Partîya Dêmokrat a Kurdistana Îranê weke nîşana boneyeke dîrokî tê dîtin. Ahengê bi sirûda Ey Reqîb dest pê kir, paşê deqeyeke bêdeng li ser rewanê şehîdên [...]

By |21. august 2023|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê salvegera xwe li Kopenhagê pîroz kir

DIAKURD: Alî Qazî jiyana xwe ji bo niştimana xwe terxan kiribû

Konfederasyona Kurdên Diaspora peyamek li ser wefata Elî Qazî belav kir. Peyam wisa ye: "10.7.2022 me bi xemgînî nûçeya koça dawî ya Alî Qazî ku çûye ser dilovaniya xwe bihîst. Elî Qazî kurê serokomarê Komara Kurdistan nemir Pêşewa Qazî Mihemed di 89 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe. Di dema damezrandina Komara Kurdistanê temenê Alî Qazî 13 salî bû. Alî Qazî hemû jiyana xwe ji bo serwerî û serkevtina netewe û niştimana xwe terxan kiribû. Serê gelê kurd û serê malbata pêşewa û xweştiviyên wan sax be."

By |10. juli 2022|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til DIAKURD: Alî Qazî jiyana xwe ji bo niştimana xwe terxan kiribû

HEVKARÎ erîşên Tirkîyê û İranê şermezar dike

Platforma Hevkarîya Partîyên Kurdistan li Danîmarkê (HEVKARÎ) erîşên dewletên Tirkîyê û İranê şermezar dike. Daxûyaniya Hevkarî: "Daxûyanî ji bo şermezarkirina erîşên dewletên Tirkîyê û İranê; Welatê me Kurdistan û Rojhilata Navarast, îro careke din di bin xeterîya êrîş û dagîrîya dewleta Tirk da ye. Ev dewleta hov û terorîst, di Kurdistanê û navçeyê de zilm û zordarîyeke nedîtî, li ser gelê Kurd û kêmneteweyên din dimeșîne. Her weha di warê olî û mezhebî de Xaçperest, Elewî, Êzîdî û hwd. yên ku ne islam in û ne ji mezhebê fermî ne, li gor siyaseta ”Senteza Tirk û Îslam”ê tên asîmîle kirin [...]

By |23. juli 2020|Categories: Kurdî, Kurmancî, NYHEDER|Kommentarer lukket til HEVKARÎ erîşên Tirkîyê û İranê şermezar dike

Nîgarvan êşa welat li ser tabloyan nîşan dide

Hevpeyvîn ligel Melek Muxtar, nîgarvaneke Kurd li Denîmarkê. Tu dikarî xwe bidî nasandin? Ez ji gundê Mabeta li Efrînê me. Çend sal berê hatim Denîmarkê. Li vir him bi mûzik, huner û nigarvaniyê re mijûl im. Di warê mûzikê de Bavê Selah bandor/tesîr li min kir. Ez her wiha bi rêya huner fikr û ramanên xwe tînim zimên. Dikarî behsa xurbetiya xwe bikî? Sirgûnbûn û xurbetî ne biryara min bû û di destê min de nebû. Rewşa min jî wek deh hezaran ji gelê me ye ku pela şerê çekdarî û agirê zikreşî, nejadperestiyê ku em avêtin piştî sînorên welatê [...]

By |18. juni 2020|Categories: Interviews, Kurdî, Kurmancî, NYHEDER|Kommentarer lukket til Nîgarvan êşa welat li ser tabloyan nîşan dide

“Egera pêla duyemîn a vîrûsa koronayê kêm e”

Birêvebirê Enstîtuya Tendurustiyê ya Dewleta Danîmarkayê, Kåre Mølbak: "Egera pêla duyemîn a vîrûsa koronayê kêm e". Foto: Tuala Hjarnø Birêvebirê Enstîtuya Tendurustiyê ya Dewleta Danîmarkayê, Kåre Mølbak dibêje ku heke gel pabendî rênimayên rayedara bibin, "egera pêla duyemîn a vîrûsa koronayê kêm dibe". "Ez tehmîn nakim ku li Danîmarkayê pêlayek din dê wekî petayekî (epîdemî) mezin bibe," Kåre Mølbak di civîneke çapemeniyê de got. Wî her wiha got ku vîrûsa koronayê niha di bin kontrolê de ye û dezgeha tenduristiyê dikare rewşê bişopîne. Serokwezîr Mette Frederiksen du meh berê ji ber rêgirtina li pêşiya belavbûna vîrûsa Koronayê rewşa taybet li [...]

By |12. maj 2020|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til “Egera pêla duyemîn a vîrûsa koronayê kêm e”

Qonaxa duyemîn a jinûvevekirinê niha dest pê dike

Kurteya civîna ragehandinê ya 7ê Gulanê ligel serokwezîr Mette Frederiksen: Danîmarkiyan pabendî rênimayên rayedaran di derbarê dûrahiyê, paqijiyê, û hwd de bûn. Ji ber vê yekê, nuha derfet heye bo berdewamkirina vebûna hêdî ya Danîmarkayê. Lêbelê, gerek mirov hê jî pabendî rênimayên rayedarên tenduristîyê li ser dûrahiya fîzîkî û paqijiya baş bin. Ji bo serfiraziya jinûvevekirinê girîng e ku kes rêkar û rênimayan ber çav bigrin. Ji bilî rênimayên naskirî, jinûvevekirinê girêdayê stratejiyeke testkirineke êrîşker e (offensîv). Niha pir bal dikşînin li ser test/ezmûnkirina kesên bi nîşanên sivik, tespîtkirina tûşbûnê (ango tûşbûnê ji ku hate) û îzolekirina yên ku tûşbûn/bi [...]

By |11. maj 2020|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til Qonaxa duyemîn a jinûvevekirinê niha dest pê dike

Tedbîrên rûbirûbûna Koronayê ji bo dêûbavan

Nameyek ji Dezgeha Tenduristiyê (Sundhedsstyrelsen) di derbarê destpêka dibistanê (pola 0-5) û dezgehên rojane yên zarokan (dagtilbud). Tedbîrên baş ji bo dêûbavan li ser jinûvevekirina dezgehên rojane yên zarokan û dibistanên seretayî: Divê zarokê te destê xwe gelek caran bişo – an elkola destşûştinê (håndsprit) bikarbîne Li nav qermûçeka milê xwe bikuxe û bipişke - ne li destên xwe Destê xwe nede kesî, maç neke û hembêz neke - têkiliya sosyal sînordar bike. Haya te ji paqijiyê hebe Dûrahiyekê bihêle – bêje ji kesên din re ev jî wisa bikin Tedbîrên baş ji bo dêûbavên bi zarokên di dezgehên rojane [...]

By |16. april 2020|Categories: Kurdî, Kurmancî, NYHEDER|Kommentarer lukket til Tedbîrên rûbirûbûna Koronayê ji bo dêûbavan