Partîya Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi boneya derbasbûna 78 sal li ser damezrandina wê ahengek li dar xist.
Rapor: Sherwan Shahin
Baran Bîrdoz
Li Danîmarkayê, 19ê tebaxa 2023an, li bajarê Roskildeyê (30 Km rojavayî paytexta Danîmarkayê Kopenhag) Partîya Dêmokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) şahîya xwe li dar xist bi boneya derbasbûna 78 salan li ser damezrandina wê. Beşdaran ji alîyê revenda kurdî li Danîmarkayê amade bû, ji ber ku ev aheng li ba alîgirên Partîya Dêmokrat a Kurdistana Îranê weke nîşana boneyeke dîrokî tê dîtin.
Ahengê bi sirûda Ey Reqîb dest pê kir, paşê deqeyeke bêdeng li ser rewanê şehîdên Kurdistanê û Tevgera Goranê cih girt.
Hetem Cehangiri ji PDKÎ di pêşgotineke bi navê partîyê da bal kişand ser “giringîya damezrandina Partîya Dêmokrat a Kurdistanê berî heft dehsalan”. Her wiha wî got PDKÎ “gelek astengî û dijwarî bi demê ra bi serkeftî derbas kirin. Dîroka partîyê tijî cangorî û têkoşîn e ji bo mafên gelê kurd li Îranê û tevahîya Kurdistanê, ku roleke mezin lîst di nûnerîya vî gelî da û di xebata bicihanîna daxwazên wan ên rewa da.”
Berpirsyar li ser giringîya berxwedana partîyê di dîroka kurdî ya nûjen da axivî, û çawa bandora cihêrengîya çandî û civatî ya kurdan li Kurdistana Îranê li ser hebû.
Aheng bû şahidê wergirtina telegramên pîrozkirinê ji çend rêxistinên partîyên Kurdistanî li Danîmarkayê.
Ji nûnerên Kurdistanî yên beşdar:
Partîya Sosyalîst Kurdistan – Bakur
Partîya Komunîst a Kurdistanî
Partîya Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê
Partîya Azadî Kurdistan: Bakur
Partîya Komele Kurdistana Îranê
Ji bilî hindê gotineke ciwan û jinên Kurdistanê jî hebû, Şahnaz Kaka Azar anî ziman.
Aheng bû şahidê beşdarîyeke yekta ji alîyê hunermendên Kurd, ku tê da hunermendê Kurdî yê navdar Necmeddîn Xulamî, hunermend Şoreş Bûkanî û hunermend Hemîd Resolî cih girt.
Çand û hunerê jî bêhneke bêhevta li ser ahengê belav kiribû, tê da hunermendan stranên şoreşgerî û kilamên folklorî gotin, û behsa kelepor û nasnameya gelê Kurd hat kirin.
Endamê rêberîya Partîya Dêmokrat Kek Alborz Rointan got:
“Bûyera damezrandina Partîya Dêmokrat mîna bûyereke giring tê dîtin di dîroka gelê Kurd da û xwedî giringîyeke mezin e, lewma pîrozkirina salvegera wê bi rêyeke Kurdî û yekgirtî tê lidarxistin, ku resenîya gelê Kurd û girêdana wî bi nasnameya xwe ya nijadî ya Kurdî va nîşan dide û agirê piştgirî û yekîtîyê di nav xelkê revenda Kurdî li Danîmarkayê û derveyî Kurdistanê da gur dike.”
Partîya Dêmokrat a Kurdistana Îranê di 16ê tebaxa 1945an da li bajarê Mehabadê li ser destê Qazî Muhemed hat damezrandin.
Li gorî agahîyên partîyê û malpera wê ya fermî ”ew hîn jî berdewam e di xebata bidestxistina pêşerojeke baştir ji bo kurdan li Îranê û di herêma Rojhilata Navîn da. Boneya 78an rijdbûn û cangorîya ku partî tê ra dixwaze astengîyan derbas bike û pêşerojeke baştir, tijî azadî û wekhevî ji bo gelê kurd, ava bike, berçav dike.“