Mamoste Mustafa Ünsal tu carî erdheja 6ê sibata sala 2023an ji bîr nake. Di wê rojê de bi deh hezaran Tirk, Kurd, Ereb û hwd, jiyana xwe ji dest dan.

Fotograf: Andreas Hansen

Mustafa Ünsal ji Hatayê wiha got: “Ez rabûm. Ez, hevjîna min û zarokê me li malê bûn. Avahiya li hemberî me hilweşiya. Em ketine panîkê û derketin.”

Li derve, mirovan hewl da ku bikevin nav otomobîlên xwe. Yên ku tirimbêlên wan tunebûn li derve li bendê man.

“Hemû cihan girtî bûn. Xelk birçî bûn û nan û av tune bû. Têkiliya telefon û înternetê qut bû jî.”

Mustafa Ünsal li Îskenderûnê nûnertiya komeleya mamosteyên Tirkiyê, Eğitim-Sen dike.

Her tişt kaos bû û piştî 10 rojan mamosteyan karîbûn nêrîneke giştî çêbikin: Du xwendekarên Mustafa Ünsal di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan. Li tevahiya parêzgeha Hatayê ji ber erdhejê nêzikî 600 mamoste mirin.

Komeleya mamostayan got li navçeyên Hatayê yên Antakya, Defne û Samandagê dibistan hilweşiyan.

Ew dê û bavên ku pereyên wan hebûn, zarokên xwe dişandin dibistanên bajarên mezin.

”Welatiyên ku pereyên wan tunebûn, zarokên xwe neşand cihekî.”

Sendîkaya mamostayan ji bo xwendekarên ku ji erdhejê zirar dîtine kon vedane.

Mustafa Ünsal wiha got: “Me piştgiriya zarokan kir da ku tirsa wan di warê psîkolojîk de kêm bibe.”

Di mehên ewil de dibistan hatin girtin. Lêbelê, sê meh şûnda, di Gulanê de, ew ji nû ve vebûn.

“Lê belê piştî ku dibistanên me hêdî hêdî vebûn, piraniya xwendekarên me nehatin dibistanê.”

Zarok hê jî ji aliyê psîkolojîk ve ji erdhejê tesîr bûne û nexwestin di odeyên girtî de bin.

“Ji 35 xwendekarên min tenê 10 hatin dibistanê. Dê û bavên kesên din telefon kirin û gotin ku ew ditirsin û nikarin wan bişînin odeyên girtî.”

Li gorî gotina mamoste, çend malbatên wan zarokan bê kar in.

“Rewşa psîkolojîk a zarokan “hemû ne baş e. Dema zarok tên dibistanê bi awayekî cuda tevdigerin. Berê pir bi hev re dilîstin, lê niha bêtir xwe girtin.”

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer