Salek bi ser erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê derbas bû. Zêdeyî 59 hezar kes canê xwe ji dest dan. Lê niha rewş çawa ye? Endezyar, nûnerê parêzga, doktor û rojnamevan li ser vê yekê nêrîna xwe tînin zimên.

Fotograf: Andreas Hansen

Çima ewqas avahî hilweşiyan?

Li gorî berdevkê Odeya Endezyarên Kahramanmaraşê Ökkeş Buğra Dalkıran pirsgirêk ev in:

“Em di pêvajoya avakirinê de hin xeletiyên cidî dibînin,” wî got. “Ev jî pirsgirêkeke mezin e. Divê hûn agahdar bin û bi kêmanî pêşî li xeletiyên zêdetir bigirin. Ji ber vê yekê erdhej ji bo her kesê di vê sektorê dersek pir mezin bû.”

Gelek kes salek piştî erdhejê li bajarên konteyniran dijîn. Yek ji astengên li dijî jinûveavakirinê ava vexwarinê ye.

Li ser vê yekê nûnerê parêzgarê bajarê Islahiye Muhammet Çinarka weha got:

“Ava vexwarinê li hemû bajarên konteyniran heye û hemû girêdanên kanalîzasyonê hatine nûkirin. Di warê avê de du hefte piştî erdhejê pirsgirêka avê li hemû navçeyê hat çareser kirin.”

Lê doktor Lütfi Tiyekli tiştekî din got:

“Erdhejê zirareke mezin da binesaziya avê li bajarê me. Divê ava paqij û vexwarinê ji bajêr re bê dayîn.”

Ji bilî avê gelek pirsgirêkên din jî ji bo mexdûrên erdhejê hene. Nimûne, derbarê peydakirina mal ji bo mexdûran.

Rojnameger Kazim Kizil wiha got:

“Dema xelk ji cihên wêran derketin pir tirsiyan.”

Rojnameger ji herêma erdhejê derket û piştî çend mehan vegeriya. Ew xemgîn bû.

“Ez li benda rewşeke çêtir bûm. Min hêvî dikir ku cihên wêran werine rakirin û xaniyên nû werine çêkirin.”

Wî got ku bi hezaran kes mecbûn bûn malên xwe biterikînin û niha nikarin kar peyda bikin. Li gorî Kazim Kizil îro li herêmê nêzî nîv mîlyon mirov di konteyniran de dijîn.

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan amaje bi wê yekê kir, ku xebatên rizgarkirinê weke ku tê xwestin bi rêve neçûn û ji bo ku alîkariyê bigihînin kesên hewcedar, wek mînak li bajarê Adiyamanê, demeke dirêj kişand.

Erdogan par di serdana xwe ya herêma erdhejê de gotibû:

”Mixabin di çend rojên destpêkê da me nekarî wisan ku me dixwest, alîkarî bikin, ew jî ji ber rewşa nebaş a hewa, zîyandîtina binesazîyan û dûhatên erdhejê. Lewma ez ji we dixwazim ku heqê xwe helal bikin. Haya me ji her tiştî heye û nabe ti kes dudil be her karê pêwîst be, em dikin.”

Berdevkê Odeya Endezyarên Kahramanmaraşê Ökkeş Buğra Dalkıran jî bawer dike ku tişta herî girîng ew e ku meriv ji xeletiyên înşaetê dersê werbigire.

“Ez difikirim ku nifşên pêşerojê dê vê yekê bi bîr bînin. Weke endezyar em ê bê guman têbikoşin da ku xeletiyên berê dubare nebin.”

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer