Televîzyona (JIWA TV) ku biryare bi zaraweya Hewramî weşanê bike, duhî weşana xwe ya test destpê kir.
JIWA TV, televîzyoneke lokalî ya Hewramî ye ku çend mehan berî niha ji hêla sentera rewşenbîrî û kulturî ya Jiwa hate damezirandin û êvareya duhî dest bi weşana xwe ya test kir. Ku li ser pêla UHF 47 belav dibe.
Tê gotin ku dê JIWA TV destpêkê tenê li devera Hewraman û Şarezû weşanê bike lê dê piştre li bajarên Xaneqîn û Kirmaşan û gelek bajarên din yên Rojhilat û Başûr bê dîtin.