Jiyaname û tekoşîna rêberê navdar ê Afrîqaya Başûr, Nelson Mandela, di dramayekî televîzyonî de tê nîşan dan.

Di nûçeyekê de li gorî rojnameya Guardian a Brîtanî, Ajansa Kurdistanê belav kir ku jiyan û têkoşîna rêberê navdar ê Afrîqaya Başûr, Nelson Mandela, ku piştî 27 sal zîndan bû yekemîn serokomarê reşik ê welatê xwe, dê bibe dramaya televîzyonî.
Li gorî nûçeyê, Mandela, ku niha 93 salî ye, qebûl kiriye ku 60 sal ji jiyana wî bibe drama. Ev drama dê 6 beş bê kişandin.
Di nûçeyê de hat gotin, bûdceya vê dramayê dê 20 milyon dolar be û dê ji aliyê şîrketên Amerîkî û Brîtanî ve bê çêkirin. Hat gotin, navê dramayê dê, “Madîba” be ku mezinên eşîra wî ew nav lê kirine.
Tê zanîn, Nelson Mandela, sala 1964ê, ji aliyê rejîma wê demê ya Afrîqaya Başûr, ku rejîmek nijadperest û ji aliyê kesên “spî” ve dihat birêvebirin, bi cezayê heta hetayî hatibû mehkûmkirin, lê Mandela piştî 27 salan hatibû berdan û sala 1994ê wek yekem serokomarê reşik ê welatê xwe hatibû hilbijartin. Mandela bi xwesteka xwe, sala 1999ê ji desthilatê vekişiyabû.

Kommentér via Facebook

kommentarer