Li gor zanyariyên dawiyê yên ku gihîştine, Encumena Niştimanî ya Kurdên rojava, Partiya Yekîtiya Demokrat û Encumena Gel ya nêzîkî PYDê ê peymanekê di navbera xwe de îmze bikin.

Peyman dê li ser xalên hevbeş be ku aliyên siyasî yên Kurdî bikaribin bi hev re xebata xwe bi rê ve bibin û tevgerê ji astengan biparêzin. Li gor zanyariyan jî, civîn û hevdîtinên di nava wan aliyan de berdewam in.

Endamê sekreteriya Encûmena Niştimanî ya Kurd Mistefa Îsmaîl ji AKnewsê re aşkere kir, “Me beriya 2 mehan ji aliyê PYDê ve nameyek wergirt, tê de daxwaza hevkarî û hevdengiyê dikirin, me li ser wê binemayê komîteyek bo gotûbêjan durist kir.”

Hêjayî gortinê ye ku serokê Encumena Niştina ya Kurdî, Dr. Ebdilhekîm Beşar beriya çend rojan li Brîtanyayê bû û ji wir jî berê xwe da Fransayê. Tê çaverêkirin ku şandeya encumenê li Parîsê jî hin hevdîtinan pêk bîne.

Jêdereke taybet ji Xendanê re ragehand ku hemû aliyên siyasî di bin zextên partiyên Kurdistanî û gelê rojava de ne ku hêzên xwe yên siyasî di bin banekî de bimeşînin, hin daxwazî jî ji aliyên navdewletî de jî hene.

Çavkanî: Aknews.com, Nukurd.com, Xendan

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer