Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hişyarî da hikûmeta Sûriyeyê ku ger aloziyên wî welatî berdewam bin dê konsolxaneya xwe dabixin.
Li gorî ajansa BBC’ê berpirseke Amerîkayî got ku wan bi desthilatdarên Sûriyeyê re di vî warî de gotûbêj kirine û ji wan xwestine ku konsolxaneya Amerîkayê di warî ewlehî de biparêze û ger wî karî nekirin ew neçar in ku konsolxaneya xwe dabixin.
Hişyariya Amerîkayê bo daxistina konsolxaneya xwe di demekê de ku ev heyema çend mehan e li Sûriyeyê alozî êkhatine û heya niha zêdetirî 6000 kes hatine kuştin û Amerîka û welatên Ewropayî jî sizayên aborî xistine ser wî welatî.