Piştî 3 civînan û demek zaf dadgeha welatê Danîmarkayê biryar li ser bi mafbûna ROJ TV da û giliya hikûmeta Tirkiyeyê ret kir.

Îro ji serê sibê ve xelkek zan li pêşiya dadgeha Danmarkayê li bajarê Kopinhaginê li hev civiyan bi merema piştevanî kirin li ROJ TV, di mîtînga han de peyamnêrê jiyan.dk jî beşdar bû, piştre demjimêr 13:00 bi dema Ewropayê biryara dawiyê derbarê ROJ TV hate dayîn, ku dadgehê TV ya han bi maf zanî û giliya Tirkan ret kir.

Piştî derketina biryara dadgehê kurdên li pêşiya dadgehê dest bi kêfxweşiyê kirin û guwend gelek berfireh bû, nêzîkî 200 kes beşdarî mîtînga piştevaniya ROJ TV bibûn.

Di daxuyaniyekê de ji bo Avestakurdê, rêveberê giştî yê ROJ TV Îmdad Yîlmaz diyar kir ku ji 15’ê Tebaxa sala çûyî heya îro dadgeh berdewam bû ku 3 car dadgeha rûnişt û nêzîkî 18 se’etan dom kir û îro biryara dadgehê derçû ku bi qazanca wan bû.

Di bersiva pirsa sedema sûcdar kirina ROJ TV, Yîlmaz wiha got, ”Hikûmeta Tirkiyeyê bi sûçê propaganda kirin ji bo PKK gilî li ser me tomar kiribû, û daxwaz ji hikûmeta Danmarkayê kiribû ku ji ber propaganda kirin ji bo rêxistinên terorîstî TV ya me bê daxistin”.

Yîlmaz wiha pêde çû, ”Mixabin hikûmeta berê ya Danmarkayê kete nava plotîkek qirêj û dadgehê destpê kir lê hikûmeta niha ya Danmarkayê karên xwe yên di warê azadiya ramanê de baş meşand ku bi vî awayî em bi ser ketin”.

Yîlmaz destnîşan kir 2 şîrketên ku alîkariya wan dikin bi 5 mîlyon Kron hatin ceza kirin lê hêşta biryara dawiyê di vî warî de nehatiye dan û me nerazîbûna xwe bi vê biryarê nîşan daye.

Hêjayî gotinê ye ku balyozê Tirkiyeyê jî di dadgehê de amade bû, di civîna pêşiya dadgehê hejmarek zaf Danmarkî jî beşdar bûn ku piştevaniya ROJ TV dikirin. Di dawiya mîtîngê de Kurd û Danmarkî bi hevre katin guwendê û bi vî awayî kêfxweşiya xwe nîşan dan.

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer