Çend rojan berî niha konferanseke havpar ya hêzên opozîsyona Îranê li Almaniyayê meşiya ku têde kurdên Rojhilat bo yekem car yek deng û yek helwest bûn.

Li gorî malpera Rohilattimes roja 7 û 8’ê vê mehê konferanseke li welatê Almaniyayê di navbera aliyên opozîsyon yên Komara Îslamî pêkhat ku derbarê dahatiya Îranê û çawaniya rêketina aliyên siyasî di Îraneke piştî Komara Îslamî de bû.

Li gorî ku hatiye belav kirin bo yekem car kurdên Rojhilat di vê konferansê de yek helwest bûn û li hemberî farisan bi tundî piştevanî ji mafê neteweyî yên xwe kirin.

Di konferansê de kurdan ragihadine ku ew di bin alayekê de rûnanên ku bixwe biryarê li ser nadin, û Îranek ku mafê kurdan binpê bike li cem wan pîroz nîne. Wan diyar kirine ku ji holê rakirina Komara Îslamî bo wan armanc nîne belkî dabînkirina mafên gelê kurd armanca wan e.

Herwiha wan yekparçeyiya Îranê ret kirine û destnîşan kirine ku ew tu car bo parastina tewayiya erdî ya Îranê xebat nakin.

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer