Li Kopênhagê semînarek li ser komkujiyên Kurdistanê

Bi merema şirovekirin û nirxandina komkujiyên her çar parçeyên Kurdistanê, semînarek le bajarê Kopênhaga Danmarkayê pêkhat. Di semînara han de ku peyamnêrê jiyan.dk jî beşdar û ji aliyê Federasiyona Komeleyên Kurdî li Danmarkayê pêkhatibû, çar kesan her yek ji wan basê komkujiyên li parçeyekî Kurdistanê kir. Basê Başûrê Kurdistanê ji aliyê Niştiman xan ji Partiya Demokrata Kurdistanê bû ku navbirî basê kîmyabarana Helebçe, Enfal, komkujiyên Germiyan û Barzaniyan û devera Badînanê kir. Piştre Hejar Deştî Berpirsê Yekîtiya Lawan li Danmarkayê basê komkujiyên li Rojhilatê Kurdistanê kir, navbirî di axaftina xwe de basê komkujiyên li Qarne û Qelatan û herwiha kîmyabarana [...]

By |13. april 2013|Categories: Kurdî, Kurmancî, NYHEDER|Kommentarer lukket til Li Kopênhagê semînarek li ser komkujiyên Kurdistanê

Kurdêk le şwanîyewe bo naw rîzî milyardêrekan

Kurdêkî Bakûrî Kurdistan ke êsta danîştûy Emerîkaye, le mast firoştinewe çuwe naw rîzî dewllemendekanî cîhan. "Hemdî Ulukaya" ew kurdey bakûrî Kurdistane ke le gundêkî Erzincan le dayk buwe û be mindallî şiwan bû û diwatir beşî zaniste syasîyekanî le Turkya tewaw kird û bo fêrbûnî zimanî îngilîzî le sallî 1994 rûy le Emerîka kird û êsta bote yekêk le milyardêrekanî cîhan. Hemdîy 41sallan, le sallî 2005 sernicî ewey da ke herçende le Emerîka zor bey xellk mastî mîweyî û şîrîn dexon, bellam zorbey here zoryan hezyan le mastî Yonanî û ew masteye ke ême bekarî dênîn, boye kewte ew bîrokeye [...]

By |12. april 2013|Categories: Kurdî, Soranî|Kommentarer lukket til Kurdêk le şwanîyewe bo naw rîzî milyardêrekan

Gelo Mesûd Barzanî dikare cardin bibe serokê Kurdistana federal?

Serokê firaksyona Tevgera Goran li parlamentoya Kurdistanê Kardo Mihemed, diyar kir ku li gorî destûra Herêma Kurdistanê, Barzanî nikare carek din bibe berbijarê serokatiya Herêma Kurdistanê. Lê pisporekî hiqûqê dibêje, Barzanî dikare cardin bibe berbijarê serokatiyê. Yek ji babetên ku van rojan di rojeva siyasî ya Herêma Kurdistanê de ye, dirêjkirina heyama serokatiya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ye. Li kêleka vê rojevê hinek kes dibêjin Barzanî carek din nikare bibe berbijarê serokatiyê lê hinek jî berovajî vê yekê hizir dikin. Serokê fraksyona tevgera Goran li parlamentoya Kurdistanê Kardo Mihemed ji Rûdawê re got, li gorî qanûna serokatiya Herêma Kurdistanê, [...]

By |9. april 2013|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til Gelo Mesûd Barzanî dikare cardin bibe serokê Kurdistana federal?

Rojî şehîdan le Kopênhagî Danmark berz ragîra

Be mebestî rêzgirt le yadî 66 emîn saley şehîdkranî Pêşewa Qazî Mhemed û hawrêyanî û herweha rojî şehîdanî Kurdistan koryardêk le layen komîtekanî Danmarkî Hîzbî Dêmokratî Kurdistanî Êran û Partî Sosyalîstî Kurdistan le şarî Kopênhagî Danmark berêweçû. Le koryardeke da peyamnêrî jiyan.dk amade bû, be sirûdî netewayetî Ey Reqîb û deqeyek bêdengî bo rêzgirtin le giyanî şehîdanî Kurdistan destîpê kird, paşan le layen berêweberî koryadeke Diyar Molayî be xêrhatnî mêwanekan kira û nawbraw rêzbendî bernamekan diyarî kird. Ke be wute be nirxekanî Doktur Qasimlo sebaret be şehîd destipêkirid. Paşan peyamêkî kurt be nwênerayetî Komîtekanî Danmarkî Partî Sosyalîstî Kurdistan û Hîzbî [...]

By |6. april 2013|Categories: Kurdî, Kurmancî, NYHEDER, Soranî|Kommentarer lukket til Rojî şehîdan le Kopênhagî Danmark berz ragîra

Li Rojhilatê Kurdistanê girtina welatiyan didome

Kampanya Mafên Mirov li Îranê ragihand, 10 welatiyên kurd û azerî yên Ormiyê ku destpêka Adara îsal bi tohmeta hevkarî bi partiyên neyarên rejîmê re hatibûn binçavkirin, bo girtîgeha navendî ya Ormiyê hatin veguhestin. Li gorî nûçeya malpera Kurdpa, kampanya mafên mirov li Îranê di daxuyaniyekê de ragihand, destpêka meha Adara îsal hêzên ewlehiyê yên Îranê li bajarê Ormiyê avêtibûn ser mala hinek welatiyên kurd û azerî. Di daxuyaniyê de hat gotin ku wê demê 10 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn girtin. Li gorî daxuyaniyê, girtiyên han ku bi tohemta hevkarî bi partiyên neyarên rejîma îslamî re hatibûn [...]

By |5. april 2013|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til Li Rojhilatê Kurdistanê girtina welatiyan didome

Serokwezîr Barzanî: Siyaseta Xwe Sepandina Malikî û Bexdadê Nahê Qebûlkirin

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku ew qeyrana niha li Iraqê heye bi egerê şêwaza bîrkirina (têfikrîna) Bexdadê ye û siyaseta serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî û berpirsên Bexdadê, siyaseta lihevtêgihîjtinê nîne, belku siyaseta pawankirin û xwe sepandinê ye ku ew jî nahê qebûlkirin.  Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvînekê de li gel rojnameya ŞerqulEwset a Lendenî ku îro pêncşembîyê hatiye belavkirin, dibêje:´´ hatiye zanîn ku vemana me di çarçoweya Iraqê de ji alîyê me bi xwe ve bûye. Em Ereb nînin, belku em Kurdîn, ferheng û ziman û dîroka me ji ya neteweya Ereb cuda ye. Em neteweya Kurdîn, bijardeya veman [...]

By |4. april 2013|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til Serokwezîr Barzanî: Siyaseta Xwe Sepandina Malikî û Bexdadê Nahê Qebûlkirin

Bo Nexweşan Mûzîk ji Derman Baştire

Lêkolîneke zanistî li Amerîka diyar dike kû, muzîk bi rêjeya 21 % azaran kêm dike û 25% xemokiyê kêm dike, bi taybet jî bo wan kesên kû di rewşên derûniyên xirab de derbas dibin.  Vê lêkolînê weha dibêje kû Muzîk bandora wê ya pozîtîv li ser nexweşan heye, bi taybet yên temanên wan ser 50 salî kû hest bi êşên Cumgan (mefasil) dikin. Raporta lêkolînê dibêje kû, nujdarên zankoya Sitanford ya Amerîkî daxwaz ji kesên kû yadweriya wan lawaz (bîr û zakîra wan zeyîf) hatiye kirin kû guhdarî muzîkê bikin, piştî wê derket holê kû muzîkê bandorek baş kiriye ser [...]

By |1. april 2013|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til Bo Nexweşan Mûzîk ji Derman Baştire

BDP, HAK-PAR û AKP ‘Eyaleta Kurdistanê’ dinirxînin

Li ser daxuyaniya serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan a derbarê 'Eyaleta Kurdistanê' de, parlamenterê BDP, HAK-PAR û AKP'ê nêrînên xwe ji Rûdawê re par vekirin. Parlamenterê BDP'ê yê Edeneyê Mûrad Bozlak ji Rûdawê re diyar kir ku ew vê daxuyaniya Erdogan erênî dibe û wê sîstema wilayetan pirsa kurd pir hêsantir bike. Cîgirê serokê HAK-PAR'ê Bayram Bozyel jî got, " Ger pêwîstî bi sîstema wilayetan hebe, çima ne îro, piştî 10 salên din. Diyare dixwazin bi vê meseleyê dilê kurdan xweş bike û di heman demê de ji bo 10 salên din paşve bixe." Parlamenterekî AKP'ê jî ji Rûdawê re [...]

By |31. marts 2013|Categories: Kurdî, Kurmancî|Kommentarer lukket til BDP, HAK-PAR û AKP ‘Eyaleta Kurdistanê’ dinirxînin

Le Aalborg merasîmî 10y Xakelêwe be rêweçû

Emrro 30 î marsî 2013 merasîmî 10î xakelêwe rojî şehîdanî Kurdistan berrêwe çû. Mallî Kurd le şarî Allborg be hawkarîy komîtey nawçey Alborgî Hîzbî Dêmokratî Kurdistanî Êran sîmînarêkyan bo berrîz kak Baba 'Elî Mêhirpewer siyasetwanî rojhellatî Kurdistan û endamî pêşûy defterî siyasîy hîzb pêkhêna ke jimareyekî berçawî Kurdanî Danmark beşdarîyan kird. Seretay sîmînareke be sirûdî Ey Reqîb û ragirtinî xulekêk bê dengî borrêz le giyanî pakî şehîdanî Kurdistan be giştî û Pêşewa û hawrrêyanî be taybetî  destî pêkird. Diway bexêrhênanî kak Baba 'Elî û beşdaran le layen berrêweberî sîmînar kak Emîr Pallanî, parçe hellbestêk le layen kak Enwer Hesenî yewe [...]

By |31. marts 2013|Categories: EVENTS, Kurdî, NYHEDER, Soranî|Kommentarer lukket til Le Aalborg merasîmî 10y Xakelêwe be rêweçû