Li Roskilde agirê Newrozê hate hilkirin
Bi destpêşxeriya Komeleya Kurdî ya Roskilde agirê newrozê li wî bajarê û bi beşdariya kurdên akinciyî Roskilde û derdûra wê hate hilkirin. Duhî êwarê li bajarê Roskildê ku peyamnêrê jiyan.dk jî amade bû, merasîmeke hêja bi beşdariya hejmarek kurdên wî bajarî, bi mebesta hilkirina agirê Newrozê birêve çû. Destpêka merasîmê peyama desteya birêveberî ji aliyê heval Rêjan Azad ve hate xwendin û piştre agirê newrozê hate hilkirin, di dema agir hilkirinanê de beşdaran bi sirûda 'Em roje salê taze ye newroze hatewe' merasîm hate xemilandin. Di dawiyê de bi guwend û şahiya beşdaran merasîma han heta demjimêr 20:00 dom kirin. [...]
Amed ji Newroza dîrokî re amade ye
Amadekariyên Newroza dîrokî ya Amedê ku dê bi dirûşma “Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statû” sibê bê pîrozkirin, qediyan. BDP dê bi 5 hezar kesî ewlehiya qadê werbigre. Di bin banê Midûriyeta Ewlehiyê ya Amedê de jî dê 6 hezar û 500 polîs peywirdar bin. Newroz dê bi awayeke zindî bê weşandin û di Newrozê de peyama Ocalan a ji bo agirbestê bi kurdî û tirkî bê xwendin. Newroza îsal a li Amedê dê sibê li Parka Newrozê pêk bê. Qada Newrozê ji 136 hezar metrekareyî pêk tê. BDP li bendê ye ji 2 milyonî zêdetir kes tevli [...]
Kurdek bû serokê hikûmeta Sûriyê ya Demkî
Xessan Hîto, bû serokê hikûmeta Demkî ya Sûriyê ku îro li Tirkiyê bajarê Istanbulê hate avakirin. Xessan Hîto bi eslê xwe Kurde û ji bajarê Şamê ye. Wê bi fermî ji Helebê hikûmeta nû were ragihandin.
Parlementerê kurd civînek li Kopênhaginê pêkanî
Bi merema şirovekirina rewşa niha ya Herêma Kurdistana Başûr û pêwendiyên navbera delwta Kurdistan û Iraqê, civînek ji bo Parlementerê Parlementoya Kurdistanê Omer Nûredîn li Kopinhaginê pêkhat. Diyar Molayî Wêne: Shvan Bamerni Piştînîvroya îro lêjneya nawçeya Danmarkayê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) civînek ji bo Cîgirê Serokê Lîsteya Kurdistanî li Parlementoya Kurdistanê Omer Nûredîn pêkanî ku hejmarek zaf ji rewenda kurd li navçeya Şîlendê têde beşdar bûn. Omer Nûredîn di axaftina xwe de zêdebarê şirovekirina rewşa niha ya Herêma Başûrê Kurdistanê û pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexda, rewşa parçeyên din yên Kurdistanê jî şirove kir. Navbirî di beşekî axaftina xwe [...]
Geştêk bo Hellebce
Wek çon asan nebû seferî Hellebce bikem, be heman şêwe asan niye le barey ew sefereyşewe binûsim. Her ke tawanêk dekrêt mirov le naxî xoyda hest dekat pişkêkî lew tawane da heye. Heta qebarey tawanekan gewretir bin, mirovîş pitir hest be gewreyî ew pişkey xoy dekat. Hellebce tawanêkî hênde gewre ye, ke mirov wa dezanêt xoy kirdûyetî, çunke gewretrîn pişkî xoyî têda debînêt. Debuwaye biçme ew şarey kurd û minî ziyatir be yektir nasand û nawî Kurdistanî le la xoşewîsttir kirdim. Beyanîy rojî (31.07) le gell (Gezîze), (Mîdya), (Nehro), kiç û kurrekey nehro (narîn) û (nyar), herweha (karwan) û min [...]
Li Rojhilatê Kurdistanê Helebçe hat bibîranîn
Tevî nêzik bûn ji 25’emîn salvegera kîmyayî baran kirina bajarê Helebçê, êwareyek helbest xwendinê li bajarê Ciwanroy a Rojhilatê Kurdistanê birêve çû. Li gor rapora ajnasa nûçegihaniya kurdpa, roja Çarşembiyê berwar 13’ê Adara 2013’an bi beşdariya hejimarek ji çalakên çandî û nivîskaran û bi alikariya navendên wêjeyî yên Xanayî Qubadî û Mewleviyê Kurd li bajarê Ciwanroyê,rêûresmek bi nave ‘Êwariya Helbestên Helebçê’ birêve çû. Rêûresma han bi ragehandina deqeyekê bêdengiyê jibo rêzgirtin ji cane hemû qurbaniyên karesata Jênosayda Helebçê,dest bi karên xwe kir. Piştre li ser boyera Helebçê DR, Mihemed Yeqûbî û Humir Menuçêhrî,du gotar hatin pêşkeş kirin. Di beşek din [...]
Le parlemanî Danmarkî yadî Helebce
Be mebestî be bîrhênanî 25 saley şîmyabaranî Helebce, konifransêk le parlemanî wilatî Danmark berêweçû. Diwa nîvroy emro be destipêşxerîy jine parlemantarî kurd le parlemanî Danmark, Özlem Çekîc, yadêkî be şIko be beşdarî jmareyek le berpirsanî û parlemantaranî wIlatî Danmark û herweha kurdanî danîştûy em wilate le sallonî parleman da berêweçû. Seretay merasîmeke Özlem Çekîc wêray be xêrhatin kirdinî mêvanekan, basêkî kurt le ser şîmyabaranî helebce pêşkeş kird wipaşan daway le serokî parlemanî Danmark Mogens Lykketoft kird ke basekey pêşkeş bikat. Berrêz Lykketoft nawî Helebce be nawêkî aşna le ser astî cîhan daye zanîn û wêray namrovane zanînî em kirdeweye piştîwanîy [...]
Kemal Burkay konferansek li Kopênhagê pêşkêş kir
Bi mebesta şirovekirina rewşa bakurê Kurdistan û Tirkiyayê konferansek li bajarê Kopênhaginê bo Serokê Partiya Maf û Azadî (HAK PAR) Kemal Burkay pêkhat. Li gorî peyamnêrê jiyan.dk, piştî nîvroya îro rêxistina KOMKAR konferansek li ser rewşa niha ya Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo Serokê Partiya Maf û Azadî (HAK PAR) Kemal Burkay pêkanî ku hejmarek zaf ji kurdên akinciyê paytextê ji her çar parçeyan têde beşdar bûn. Di Konferansê de Birêz Burkay li ser Rojeva Tirkiyê û Kurdistanê bi giranî sekinî û bîr û boçûnên partiya xwe sebaret bi guhertinên li Tirkiyê anî ziman û herweha piştgiriya xwe ji [...]
Kute Fîlmek li ser jiyana “Jinên jibîrkirî berhem hat”
Dezgeha Warvîn bo eşkere kirina rewşa tal a jinan li herêma Kurdistanê û Îraqê, kurte fîlmek li ser jiyana wan jinên ku kes û karên wan li teroran de bûne qurbanî,çêkir. Lence Ebdula berpirsyarê Dezgeha Warvîn di hevpêvîneke telefondî de tevî ajansa kurdpa ragehand: di kurte fîlma han de hevpêvîn tevî 25 jinan li neteweyên cûrbicûr ên parêzgahên Kerkûk û Musil wek:Kurd, Ereb,Tukemen hatiye kirin ku bi hûrî bas ji jiyana xwe dikin. Lence Ebdula berpirsyarê dezgeha Warvîn basê vê yekê jî kir ku jinên han serbarî gazindan ji peravêz xistinê û jibîr kirinê, bi zimanê xwe bas ji jiyana [...]
Perlemanî Birîtaniya tawanî Enfal û Hellebcey be cînosayd nasand
Danîştinî perlemanî Birîtaniya le barey cînosaydî enfal û Hellebce kotayî pêhat û perlemantarêkî ew wllateş raydegeyenêt: Tawanî enfal û Hellebce be cînosayd nasênrawe û hikumetî ew wllateş amadeye lew dawaye bikollêtewe. Se'at (2:15) xulekî paşnîwerroy emrro be katî London danîştinî perlemanî Birîtanya bo giftugokirdin leser be cînosayd nasandinî komellkujîyekanî gelî kurd le 'êraq destî pêkrid û kemêk lemewber kotayî hat. Robrit Hallfon, yekêk lew perlemantaraney ke dawakeyan pêşkeş be perlemanî wllatekeyan kirdwe rageyand: min û çendîn perlemantarî tir wek Nedîm Zehawî ke berregez kurde, dawakariyekman pêşkeş be perlemanî Birîtaniya kirdwe bo ewey perleman û hkumetî Birîtanya ew tawaney dij be [...]