Serok wezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan derbarê provokasysona li Sînopê ya li hemberî BDP’iyan de helwêsta xwe aşkira kir û ragihand, ku berpirsyarên ewê êrîşê her du partîyên CHP û MHP ne. 

Serok wezîrê Tirkiyeyê Erdogan îro di koma partiya xwe ya Parlemana Tirkiyeyê de axivî û bûyerên li Sînopê û êrişa provokasyonî ya li hember şanda HDK û parlemanterên BDP´yî nirxand. Erdogan, CHP û MHP weke berpirsyarên êrîşa li hemberî BDP’îyan nirxand û got: “Duh parlamenterên BDP’ê derbasî Sînopê dibin. Komên ku ji CHP û MHP’iyan pêk tê, li wir di nava provokasyonê de cih digrin. Niha jî radibin dibêjin wiha bikin, wiha nekin. Biecibînî û neecibînî (bixwazî û nexwazî) jî, ew parlamenter in. Tu ne mecbûr î civîna li wê derê bişopînî. Divê tu li hemberî wan rêz bigrî. Di rih û giyanê van de li hemberî civînan hurmet û rêz tune ye. Di giyanê wan de bêhurmetî heye. MHP ev e.”

Erdogan di berdewamîya axavtinên xwe de bi tundî êriş kire ser partîya neteweperseta gel MHP û destnîşan kir, ku bi vê êrîşê û astengkirinê, MHP nikare aramiyê bihîne Tirkiyeyê û wiha axivî: ´´Ji ber vê yekê hûn ne dikarin biçin Colemêrgê û ne jî dikarin biçin Wanê. Hûn tenê dikarin li Enqereyê biaixvin. Ka ji Sêwasê bibihore em bibînin. We hemû welatiyên vî welatî himbsêz nekir, we nijadperestî kir. Ji ber vê yekê hûn li vî welatî bûne sedema tengasiyê.´´

Serok wezîrê Tirkiyeyê rexne ji her sê partîyên derveyê hukûmetê girt û her sê partî bi bi kar anîna zimanê nijadperestîyê tohmetbar kir. Erdogan got:´´MHP her diçe zimanê nijadperest bi kar tîne. BDP bi zimanê nijadperestiyê diaixve. CHP jî diyar e ji xwe bi çi zimanî diaxive. AK Partî bi zimanê xelkê, bi dilê xelkê diaxive.´´

Tayîp Erdogan derbarê pêvajoya Îmraliyê de jî nirxandinan kir. Erdogan da zanîn, ku ew dikarin bi BDP’ê re di bin banê Parlemana Tirkiyeyê de muzakere bikin, lê ew dê li hemberî PKK’ê jî têbikoşin. Erdogan wiha berdewam kir: “Divê ev çek bên danîn û siyaset biaxive. Hûn diçin welatekî duyemîn welatekî sêyemîn, biçin. Em ê her cure ewlehiya we li sînor bigrin û we biparêzin. Em nahêlin xeletiyên berê çêbibin. Em dixwazin bêaramiya li herêmê ji holê rabe. Em di nava hewldanên vê yekê de ne.”

Erdogan got, ku ew ti caran bi PKK’ê re muzakere nakin û hevdîtinên li Îmraliyê jî nayên wê wateyê ku bi Ocalan re li ser maseyek rûniştine û muzakere dikin. Erdogan derbirî ku ew ti caran gotinên serokê giştîyê MHP’ê Dewlet Baxçelî cidî wernagire û herwiha ew dê ti caran tawîz nedin PKK’ê.

PNA

 

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer