Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) lîsteya xwe ya şandeya dê biçe Îmraliyê ji ber astengkirina hikûmeta AK Partiyê guhert. Demîrtaş û Kişanak, aşkera kirin wan biryar girtiye parlamenterên wan Sirri Sureyya Onder, Altan Tan û Pervîn Buldan biçin Îmraliyê. 

Hevserokên BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, derbarê şandeya ku dê ji bo hevdîtinan biçe Îmraliyê û bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bîne de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ji ber astengkirina hikûmetê wan lîsteya navên dê biçin Îmraliyê guhertiye û ew ji helwesta hikûmetê aciz in. Hate destnîşankirin BDP’ê ji ber vê yekê careke din civîn pêk aniye û biryar girtiye parlamenterên wan Sirri Sureyya Onder, Altan Tan û Pervîn Buldan biçin Îmraliyê.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Ocalan bi riya birayê xwe Abdullah Ocalan ev peyam ji wan re şandiye û gotiye ew li benda şandeya duyemîn in. Wan jî biryar li ser van navên navborî wergirtiye.

Di berdewama axaftinê de hate gotin ku ew vê helwesta Ocalan a pêşîvekirina çareserkirina pirsgirêka kurd rast dibînin û ew ê jî li gorî vê yekê tevbigerin.

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer