Yek bi yek keç û jinên kurd jî berê xwe didin futbolê. Du hefte berê Rûdawê danasîna jineke kurd a futbolvan a binavê Tulay Ozçelik Yildirim kir û îcar jî dora keceka kurd e ku di heman tîmê de bi Tulay Ozçelik re leyîstiye. Bahar Aktan ev nêzîka salekê ye ku bê dilê xwe dev ji futbolê berdaye û li bajarê Dortmundê diçe dibistana meslek. Bahar diyar kir ku ew nikare bêyî futbolê bimîne û got, “Çendî tîmên Alman û Tirkan bangê min kirin, lê ez dixwazim di tîmeke Kurdan de bileyîzim, lewma min daxwaziya wan qebûl nekir.”

Bahar Aktan di sala 1989ê de li Nisêbînê hatiye dinyayê û dema ew 4 mehî bû ligel malbata xwe hatiye Almanyayê, bajarê Gummersbachê. Li Gummersbachê Bahar 12 sal diçe dibistanê û du sal jî kar dike û 4 meh berê jî hatiye bajarê Dortmundê bo fêrbûna karekî li cem fîrmeya DB Schenker. Li gor agahiyên ku Baharê dan, ew di zarokatiya xwe de li malê û li ber derî fêrî leyîstina futbolê bû ye û li dibistanê jî bala mamosteyan kişandiye. “Li dibistanê grubên cuda hebûn ji bo beşên sporê. Jîmnastîk hebû, basketbol, voleybol, handbol û futbol hebû. Ji ber min pirr ji futbolê hezdikir û lingên min fêrî futbolê bûbûn min tîma futbolê ya keçan hilbijart.” Tîma ku Bahar tê de dileyîze, ligel tîmên keçan ên dibistanên din dileyîze û gellek caran biserdikeve. Ev serkeftin baweriya wê xurt dikin û heta dawiya dibistanê jî dom dike. Di destpêka sezona 2011ê de tevlî tîma FC Gummersbach ya keçan dibe û heta Tebaxa 2012ê berdewam dike. Di FC Gummersbachê de Bahar li saheya navîn leyîstiye. Antrenorê tîmê peformansa Baharê pirr ecibandiye û jê re gotiye, “Tu pirr enerjîk î û pirr lez dileyîzî.”

Lê di Tebaxa 2012ê de FC Gummersbach tê girtin û leystikvanên wê belav dibin. Tulay Ozçelik Yildirim û Bahar Aktan nêzîka sezonû nîvekî bihev re leyîstine û bûne heval. Bahar niha li Dortmundê dixwaze di dawiya heftiyê de dîsa futbolê bileyîze û lewma li tîmeke keçan digere û dibêje, “Lê bi taybetî ez dixwazim di nava keçên kurd de bileyîzim.ˮ Ji bo beşdariya Baharê du tîmên Almanan û yeka Tirkan daxwaz kirine û Bahar ji bo ceribandinê çûye anternmana keçên alman jî, lê di dilê wê de tîmeke kurdî heye.

Rûdaw

 

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer