Komeleya Çandî û Hunerî ya ÇIRAya Amedê, bi mebesta pîrozkirina Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê konferansek lidarxist.

Li gor rapora gihîştî bi malpera kurdistanmedia,Konferans, di 17ê Sibatê de, li Salona Resepsiyonê ya Sumer Parkê, bi tevlêbûna Birêvebirê Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Artûklûyê Prof. Dr. Kadrî Yildirim û Edîtorê Rojnameya Newepelê Nivîskar Roşan Lezgîn û bi moderatoriya Umît Tektaş pêk hat.

Nêzikî 300 kes ku di nav de gelek birêvebirên partiyên siyasî, sazî û dezgehên sivîl jî hebûn, beşdarî konferansê bûn.
Konferans, bi axaftina birêvebirên Komeleya ÇIRAya Amedê Şîrvan Daş destpêkir. Piştî axaftina Daş, moderator Umît Tektaş balkişand ku dê mijara konferansê ya Rêzdar Prof.Dr. Kadrî Yildirim di derheqê “Dîrokçeya Daxwazên Perwerdehiya bi Zimanê Zikmakî ya di Nav Pêşiyên kurdan de” de û ya Nivîskar û Edîtorê Rojnameya Newepelê Rêzdar Rojan Lezgîn jî di derbarê, “Duh, Îro û Paşeroja Kirdkî (Zazakî)” de be û mafê axaftinê da Roşan Lezgîn.

Roşan Lezgîn di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku tiştên dê qal bike, di nav kurdan de pir zêde nehatine nîqaşkirin. Lezgîn got ku dema mirov li dîroka modern a têkoşîna kurd dinihêre, dibîne ku berê têkoşînê her tim ber bi derve bûye. Kurdan her tim li himberî zilma berbiçav a li ser xwe têkoşiyane, ji gelên serdest xwestine ku ev zilm biqede. Bi gotineke din têkoşîna kurdan bi giştî, li ser esas û şîara rizgariyê hatiye danîn. Lê, li gorî min tiştên ku neteweyekî digihîne kemalê ji rizgariyê bêtir sazkirin e û ev aliyên kurdan jî her dem qels bûye.

Lezgîn, di xalekî din ê mijara xwe de destnîşankir ku eqlê siyasî yê kurdan; li çar perçeyên Kurdistanê, ji destpêkê heta niha xwe terîf nekirine. Her çiqas gotibin gelê kurd an miletê kurd jî wan eşkere nekiriye gelo kurd kîne û naveroka vê pirsê vala hiştine. Dema mirov li kurdan dinihêre, ew heterojen in, ne yekpare ne. Ji alî olî, mezhebî û ziman ve kom bi kom in. Dema peyva kurd, li gor ev taybetiyên xwe neyê terîf kirin dê mirov nikaribe hiqûqa nav van koman jî tanzîm bike.

Di berdewamiya axaftina xwe de Roşan Lezgîn balkişand ku herçiqas di dîroka kurdan de, tu komekî xwe bi tenê wek kurd terîf nekiribe jî van bîst, sih salên dawiyê mirov dinihêre termînolojiyeke wisa derket holê ku kurmancek bi rihetî dikare bibêje ku ez bi kurdî diaxivim û tu bi kirdkî diaxivî. Lezgîn, di axaftina xwe de qala mînakên balkêş ên di derheqê vê termînolojiyê de kir. Got ku kesên ferhenga kurmancî û zimanekî dinê amadekirine navê wê berhema xwe wek kurdî-tirkî danîne û zaravayê kurmancî xistine şûna zimanê kurdî. Ev termînolojî bi xwe re di nav gel de bandoreke neyênî çêdike ku zaravayê pir tê axaftin kurdî ye û zaraveyên kêm têne axaftin jî zimanekî cûda ye. Lê, ev termînolojî ne rast e, ji ber ku tu zaraveyekî nikare bibe zimanê fermî yên hemû kurdan.

Lezgîn, di axaftina xwe de qala kirdan (zaza), herêmên Kurdistanê yên lê kirdkî (zazakî) tê axaftin, gelhe ya wan jî kir û got ku mirov vê termînolojiyê bidomîne wê di warê hişmendiyê de bibe sedemê ji hev bûnê û kurmancê xwe kurd bihesibîne û kirdan jî wek neteweyekî dinê. Ev dibe sedem ku hin kurmanc hewl bidin û kirdkî bikin bin bandora kurmancî. Dîsa di vî warî de mînakek balkêş da û got ku di van salên dawîn de ev termînolojî li gel hin hewldanên dinê bûye sedem û di nav kirdan de jî hin kes derketine û xwestine ku kirdkî wek zimanekî xweser, kirdan jî wek neteweyekî ji kurdan cûda nîşan bidin.

Piştî axaftina Roşan Lezgîn, Prof. Dr. Kadrî Yildirim dest bi mijara xwe kir. Kadrî Yildirim got ku di dîroka kurdan û zimanê wan de tiştekî balkêş e ku kurdan xwestekên xwe yên neteweyî û zimanî wek helwest li himberî miletên dinê derxistine holê. Ango hinekan xwestine ku nasnameya kurdan înkar bikin û li himberî vê hewldanê kurdan helwest nîşan daye. Ev hewldan bi qasî tê zanîn ji dema Selahedînê Eyubî ku dibe wezîrê Xelîfeyê dawîn Adid ê Fatimiyan dest pê dike. Fermandarên tirk ên ku çûbûn Misrê û dê li himberî xaçparêzan şer bikirina, nexwestine ku bikevin bin fermandariya wezîrekî kurd û vegeriyane Şamê.
Yildirim, di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku divê di serî de divê mirov xwe û nasnameya xwe nas bike û paşê vegere ser zimanê xwe. Em dibînin ku Ehmedê Xanî, li himberî kesên ku dixwazin kurdan bêkêr nîşan bidin, di Mem û Zînê de pesnê kurdan û zimanê wan dide.
Her wisa, Kadrî Yildirim bal kişand ser girîngiya zimanê zikmakî û got ku bi awayekî zanistî jî ev hatiye destnîşankirin ku kesek zimanê xwe yê zikmakî bi awayekî zanistî hîn nebe, nikare zimanekî din ê biyanî hîn bibe. Wek mînak dema rewşenbîrekî kurd bi tirkî diaxive mirov ji şîweya wî derdixe ku ew ne zimanê wî yê zikmakî ye.

Kadrî Yildirim, di axaftina xwe de qala xwe parastina bi zimanê zikmakî kir û got ku ev maf di dema Hz. Mihemed de hebûye. Di dadgehên wê demê de kesên ku bi zimanê Îbranî zanibûne wek wergêr kar kirine. Mafê xwe parastina bi zimanê zikmakî di hiqûqa Îslamê de jî hatiye nîqaşkirin. Lê tiştekî bêsiûdî ev e ku 70-80 sal e, li Tirkiyeyê ji sedî nod û nehên desthilatdaran bala xwe nedane vê meseleya ku di hiqûqa Îslamê de hatiye munaqeşekirin û mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî.

Yildirim wegeriya ser dîroka daxwaza perwerdehiya bi zimanê kurdî û got ku berî her kesî navê Eliyê Teremaxî tê bîra mirov. Eliyê Teremaxî ji bo feqiyên kurd ku ji erebî dereng fêhm dikin û bi hêsanî ji erebî fêhm bikin, di 1591an de pirtûkeke bi navê Serfa Kurmancî dinivîse. Teremaxî di vê pirtûka ku bi kurmancî nivîsiye de rêçik û qeîdeyên kurmancî, bi gramerên erebî û farisî muqayese dike. Di dîroka perwerdehiya bi zimanê kurdî de ev pirtûka yekemîn e.
Yek ji pêşiyên kurdan ku xwedî projeyeke mezin e, Ehmedê Xanî ye. Xanî, di demsala xwe de dinihêre ku di medreseyên Osmaniyan de ji bo ku tirk û faris xwedî ferhengê bi zimanê xwe ne, biryar dide ku ew jî ferhengoka bi kurdî erebî ya bi navê Nûbihara Biçûkan binivîse da ku zarokên kurdan zimanê xwe yê zikmakî, bi awayekî zanistî hîn bibin. Xanî, dem ji xwendina ferhengê re tayîn kiriye ku zarok piştî Kûran xelas kirin vê ferhengê bixwînin. Di ferhenga Ehmedê Xanî de termînolojiyekî pir xurt heye. Bêjeyên bi kar aniye xwerû bi kurdî ne. Ehmedê Xanî di çarçoveya projeya xwe de ji bo zarokan pirtûkekî olî ya bi navê Eqîda Îmanê, bi zimanê zikmakî nivîsiye.

Kadrî Yildirim di berdewamiya axaftina xwe de bal kişan ser xebatên Selîm Silêman û Xarisê Bedlîsî yên di derbarê perwerdehiya bi zimanê kurdî. Di dawiya axftina xwe de Yildirim qala xebatên xwe yên derbarê ziman û wêjeya kurdî yên li zanîngehê kir û got ku wan destûr nedaye kes wan ji bo projeyên xwe bivin û bînin.
Konferans, piştî pirs û bersivan bi dawî bû.

Kommentér via Facebook

kommentarer