Yekemîn konfransa Elewiyên Kurdistanê bi dawî bû. Di encamnameya konferansê de hate diyarkirin, ku ji ber komkujiyên Koçgirî, Dêrsim, Sewaz û Çorumê divê dewlet ji Elewîyan lêbihorîn bixwaze. Herwisa Konfransê di encamnameya xwe de daxwaz ji Elewîyan kiriye ku zêdetir tevlê xebat û yekîtîya bi Kurdan re bibin. 

Yekemîn konfransa Elewîyên Kurdistanê ku 2 roj berê li Amedê destpê kiribû, duh êvarê bi dawî bû û îro encamnameya konferansê hate aşkerakirin. Ev konferans cara yekem li ser navê “Kurdistanê” dihê lidarxistin. Di encamnaneyê de kesên ku di komkujiyên Koçgirî, Dêrsim, Sewaz, Çorum, Gazî û yên din de jiyana xwe ji dest dane, hatin bibîranîn. Di konferansê de 7 rûniştin pêk hatin û di rûniştinan de îbadet, dîrok û komkujiyên ku tê de Elewî hatine kuştin, hatin nirxandin. Di encamnameya konferansê de hate destnîşankirin, ku feraseta desthilatdar her dem xwestiye Elewîyan weke xwe birêve bibe, lê Elewîyan her tim feraseta Tirk- Îslam red kiriye.

´´Dewlet bila lêborîn bixwaze´´

Di beşeke encamnameya evê konfransê de, Elewîyên Kurdistanê daxwaz kirine, ku ji bo ku kujerên komkojîyên Koçgirî, Dêrsim, Sewaz, Mereş, Çorum û Gazî bihên dîtin, divê komisyona lêkolînê bihê avakirin û dewleta Tirkiyeyê jî ji ber ewan komkujîyan daxwaza lêbihorînê ji Elewîyan bike.

´´Xurtkirina Yekîtîya Elewîyan û Kurdan´´

Herwisa li gor encamnameya belawkirîya konfransa ´´Elewîyên Kurdistanê´´ ku li Amedê li bakûrê Kuridstanê hatibû sazkirin, biryar hatiye girtin, ku pêywîste Elewî zêdetir tevlî xebata Kurdan û yekîtîya bi Kurdan re bibin û biryare ji bo xebata jinan jî akademîyek bi navê Sakîne Cansiz yek ji damezrênerên terorbûyîyê PKK ku li Parîsê hate kuştin, bihê avakirin.

Di encamnameyê de daxwazên Elewîyan jî hatin rêzkirin. Li gorî encamnameya nofransê:
1-Divê serokatiya karên Diyanetê bihê rakirin,
2-Cemxane weke cihê îbadetê bihên naskirin,
3-Mizgevtên ku li gundên Elewîyan hatine çêkirin bihên hilweşandin
4-Dersên olî yên mecburî bihên rakirin.
5-Ji ber ku kujerên komkojîyên Koçgirî, Dêrsim, Sewaz, Mereş, Çorum û Gazî bihên dîtin, divê komisyona lêkolînê bihê avakirin û
6-Dewlet jî ji ber ewan komkujîyan ji Elewîyan lêbihorîn bixwaze.

Herwiha yekemîn konfransa ´´Elewîyên Kurdistanê´´ çendîn biryar dan. Biryarên ku di konferansê de hatin girtin wiha ne:

1-Ji bo gengeşekirina (nîqaşkirina) encamên evê konferansê li bajaran divê konferans bihên lidarxistin.
2-Ji bo ku biryarên konferansê bihên bicihanîn, divê saziya koordînasyona konferansê bihê sazkirin.
3-Divê Elewî zêdetir tevlî xebatên yekîtiya kurdan bibin
4-Elewîyên ku li axa Mezrabotanê dijîn, di bin banê “Yekîtîya Elewîyên Mezrabotanê” de bihên ba hev.
5-Akademîya Jinan a bi navê Sakîne Cansız bihê avakirin.

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer