Seva piştgirî ji vegera hunermend Şivan Perwer Kampayenk hat lidarxistin.

Di ragehandina Kampaynê de hatiye: Di têkoşîna netewî de tiştê herî girîng bikaranîna nirxên netewî ye. Ala me, zimanê me, axa me, çanda me nirxên me yên netewî ne. Mirovên ku di nav jiyanê de dest ji nirxên xwe yên netewî bernadin, dikarin ji wan re xizmetê bikin û derxin asteke bilind. Mirovên bi vî rengî divê di nav netewa xwe de bin.

Şivan Perwer jî bi dehsalan e ji bo zimanê xwe û çanda xwe gellek xebatên giranbûha kiriye. Em dixwazin Şivan Perwer ji derveyî siyasetê, vegere nav netewa xwe. Helbet ewê netewa wî lê xwedî derkeve.
Ew îmze ya xwe avêt gellek xwebatên giranbûha. Em jî ji bo vegera wî îmzeyek bavêjin.

Jibo îmza û piştgîriyê hûn dikarin serdana malpera roanu.com bikin.

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer